Qilaban bi taybetiyên xwe yên erdnîgariyê navçeyek cudaye

09:00

Zehra Tunç/JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Qilabanê herî zêde bi zozanên xwe tê nasîn û xwediyê çandek ya zozanvaniyêye. Ji ber erdnîgariya wê zêdetir ji xwedîkirina ajalan re dest daye, ji ber wê jî herî zêde ajal li wê tên xwedîkirin. Lê di dema şer de ji aliyê dewletê ve zozan li welatiyan hatine qedexekirin. Di vî demê dawiyê de bi despêkirina pêvajoya çareseriyê re welatî carekedinê derdikevin zozanên xwe.


Qilaban navçeyek ya Şirnexê ye. Ew xwediyê erdnîgariyek cudaye. Li ser wê erdnîgariyê ji jor ber bi jêr zozanên herî bilind, plato, çiya û ber bi xarê ve tê gund û cihên çandiniyê hene. Di 27’ê hezîrana sala 1957’an de bi fermî bûye navçe. Qilaban xwediyê erdnîgaariyek bi qasî 825 km dame. Bi xwe li ser sînorê Herêma Federala Kurdistanêye û Bakurê Kurdistanêye. Sînor bi qasî 56 km yan dikeve ber erdnîgariya wê.


Dîrok


Qilaban bi xwe cihekî gelek kevnareye. Ji şonwarên wê yên jiyanê tê dîtin ku salên demdirêj mirovan li wê jiyan kiriye. Xwediyê erdnîgariyek asêye ji ber wê jî di dîrokê de dema êrîşan de hêzên ji der ve bi hêsanî nikarîne bikevin navçeyê de. Li gorî zagonan di 27’ê hezîrana sala 1957’an de bûye navçe.Ji wê demê heta sala 1990’an bi ser Colemêrgê bû. Di 16’ê gulana sala 1990’an de kete ser Şirnexê. Niha êdî girêdayî Şirnexê ye û bi qasî 48 km yan durî Şirnexêye. Di sala 1958’an de şaredariya wê hatîye avakirin. Ji sedî 95 şêniya wê ji,eşîreta Goyan pêk tê. Ji sedî 5 jî mehmur û kesên ji derve aliyê dewletê de erkdar kirine li wê cîh digirin. Lig ora serjimêriya sala 2008’an xwediyê şêniyek bi qasî 11,030’an li gel gundên xwe xwediyê şêniyek bi qasî 38.511’an e. Dema ku tevgera azadiyê nû belavî herêma Botanê bûye li Qilabanê bi cîh bûye. Ji ber ji bo ewlehiyê cihek bi ewleye, her dem bûye çeperek ya xwe parastinê li hemberî êrîşên derve.


Erdnîgariya wê


Li rojhilatê Qilabanê navçeya Çelê ya Colemêrgê, li rojavayê wê Şirnex û navçeya wê Silopiya, li başurê Rojhilatê wê navçeya Elkê, li başur jî aliyê Herêma Federala Kurdistanê Heftenûnê heye. Di erdnîgariya xwe de çiya û bani ye.Haftanîn û Kêla Memê zozanên wê yên herî bilind û bedewin. Ev her 2 zozan gelek fereh û xwediyê dîmenên bedewin. Weke ku ev zozan li beşên biçuk hatiye belav kirin û ji her beşek wan re nav hatîne danîn weke Siwar, Serêhe, Meydan, Elcan û gelek navên dinê hene. Herî zêde erdnîgariya wê ji xwedîkirina ajalan re dest daye. Ji ber wê jî çandek kevnare ya xwedîkirina ajalan li wê tê dîtin. Gundên wê hamû bi wê çanda ajalvaniyê debara xwe dikin.


Bajarok û gundên wê


 Bajarokên wê Dorahînê, Kiror, Sêgirgê û Şêxan. Gundên wê:  Mijîn, Hilal, Şirîş, Hozê, Mêrê, Qeşûran, Kalikê, Kadûn, Şiwêt, Nîrê, Hadrîş, Bêjeh, Billeh, Ziravgê, Şî, Bazyon, Aloş, Robozik, Kiror, Yekmal, Margeh, Nêrweh, Xabûr û Zavyan e. Piştî îlan kirina cimhuriyetê buyîna bucak û girêdana qezaya Elkê,


Çanda gelerî


Di aliyê çanda gelerî de jî yek ji navçeyên giring ên Şirnexê ye. Di aliyê dawetên gelerî û foklorî de gelek şêweyên lîstokên wê yên serbixwe hene. Cil û bergên wê yên gelerî tayîbet hene. Kincên jinan di serî de kofiya srî kesrewan, kirasê sipî, kurtekê qedîfe, şifaka bi rîs û dest kirî. Kincên mêran kofiya serî kumik û kefî, şal û şapik di ser de jî şivaka bi destan çêkirî.   


Xwarinên wê: Hilîsa, Kutilkên birincê, Kutilkên Savar, Giro, Pîdeya Goyan, Suryaz, Penîrê sîrik, penîrê kerengan û wekedin ne.


Encamên pergala cerdevaniyê


Qilaban herî zêde bi zozanên xwe tên nasîn. Çanda ajalvaniyê herî zêde li pêşbû. Lê di dema şerê 30 salan de gelê navçeyê û tevayî gundên wê zoriyên mezin jiyan kirin. Di sala 1994’an de dewletê pergala cerdevaniyê ser wan ferzkir. Dewletê ji bo wan gotin ‘Yan bibin cerdevan yan jî warê xwe berdin.’ Ji ber van zordariyên dewletê piraniya şêniya wê neçarî koçberiyê bûn. Cîh û warên xwe bi cîh hêlan û çun. Gelek gundên wê hatin şewitandin û niha jî valene, bê xwedîne. Piraniya wan wê demê li ser sînor re derbazî Herêma Federala Kurdistanê bûn. Hinek jî bi aliyê metrepolên Tirkiyê de çun. Yên ku derbazî Herêma Federala Kurdistanê bûn li kampekê bi cîh bûn. Wê kampê li wê jî ji ber êrîşên dewletê nekarî li cihekê rawestin gelek cîh guherandin û niha li Kampa Mexmûr Ş. Rustem Cudî bi cîh bûne. Yên ber bi metrepolên Tirkiyê de çune li cihên biyanî gelek zorî kişandine. Yên k udi cihê xwe de jî mane li hemberî hemû pêkutiyan li ber xwe dane jî bi zorê çeka cerdevaniyê dan wan. Heta van salên dawiyê bi zorê hinek ji wan karîne xwe ji cerdevaniyê xilas bikin.


Qirkirina Roboskî


Li gel wan hemû zordarî û tundiyan jî hinek welatiyên di gundan û navçeyê de man ji ber derfetê weke berê çuna zozanan nemabû. Li ser sînor jiyana xwe bi qaçaxvaniyê dikirin. Di 28’ê sala 2011’an de bi balefirên şer zarokên gundiyan yên ku ji derveyî qaçaxvaniyê wekedinê derfetên jiyanê ji bo wan nemayî gulebaran kirin. Di qirkirina Roboskî de 34 can bi bombeyan parçe kirin. Hemû derfetên avakirina debara mirovan ji destê wan tên girtin. Dema ku mirov li derfetên jiyanê digerin tên qetilkirin. Gelo êdî mirov wê bi çî debar xwe bike?


Çanda bêrîvaniyê


Ev 2 salin bi despêkirina pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve di Neweroza Amedê ya 2013’an de êdî welatiyên navçeyê diçin zozanan. Lê çî zozan weke gotinek pêşiyan dibêje “Ew ware lê ne ew bûhare.” Di çavên bêrîvanên zozanên Kêla Memê de çewisandin û meluliya şerê 30 salan dixweyê. Ew çanda bêrîvaniyê ya kevnare êdî bi tam û hebûna xwe ya berê nayê dîtin.  


    (zt)