Rezan: Biryarên Dadgehê salên 1990’an jî derbas kirine

10:35

Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Hevşaredara Lîcê Rezan Zugurli girêdayî 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê yê kul ê hatiye birîn wiha axivî: “Valehiyên navbera çav, dev û poz  weke delîlên suc nîşan dane û bi wî awayî min didarezînin. Ev doza li min hatî vekirin dide nîşandan ku dadhegê hîna salên 1990’an derbas nekirine.”  


Hevşaredara Lîcê Rezan Zugurli bi hinceta di salên 2010 û 2011’an de beşdarî 3 çalakiyên cuda bûye bi hinceta “Ne endama rêxistinê li ser navê rêxistinê suc kiriye” 4 sal û 2 meh ceza lê hat birîn. Di doza yê ya li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê hatî vekirin de ev îfade cîh digirin: “Duruşme ne avêtiye, nîşana serkefitinê nekiriye, karên girêdayî ji hev kirinê nekiriye. Din ava çalakiya ciwana ya li hemberî polîsan xweparastinê de yekê dişibînin Rezan. Bêyî ku tu delîl hebin tenê din ava dîmenan de ciwanek ya ber digire ruyê wê girtiye çavên wê hinek dixwiyê, çavnê wê dişibînin çavên Rezanê, bi wî awayî wê didarezînin û ceza didinê.” Rezan di derbarê cezayê li wê hatiye birîn ji JINHA yê re nirxand. Rezan diyar kir k udi wêne de “valehiya navbera dev û bêvilê de” şibandina hinekan û weke hinceta cezadayînê nîşandan di hiquqê de tuştek qet nayê pejirandine.


‘Biryar dişibe biryarên salên 1990’an’


Rezan destnîşankir ku cezayê wê şandine temîzê. Rezan derbirî ku berî niha 2 mehan li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê doz li wê hatiye vekirin û di dozê de 4 sal û 2 meh ceza li wê hatiye birîn. Rezan derbirî ku biryara li wê hatiye birîn û hincetên weke suc nîşan didin gelek ji rastiyê durin û wiha got: “Di derbarê min de doza hatî vekirin bi giştî dişibe dadgehên salên 1990’an û cezayên bi bêmafî li welatiyan dihat birîne.”


‘Dadgeh ziyanê dide pêvajoyê’


Rezan anî ziman ku biryar şaşe, tu peyîwendiya xwe bi rastiyê ve nîne û wiha berdewam kir: “Biryara hatî girtin ji pêvajoyê cuda nayê fikirîn ji ber wê jî herger helwestên wan bi vî awayî berdewam bike dê zerarê bide pêvajoyê.”


 (zt)