3’emîn Hevdîtina Jinên KCD’ê despêkir
12:58
JINHA
AMED- Hevseroka KCD’ê Aysel Togluk di Hevdîtina 3’emîn jinan de got: “Deriyek nû ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd vebûye. Yên ku vê serbêxin jî cardin tekoşîna gelê kurde.” Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak jî wiha got: “Heger şoreşa Rojava wenda bike dê hemû jinên kurd wendabikin.”
Hevdîtina 3’emîn ya Meclisa Jinên Kongeriay Civaka Demokratîk (KCD) ê bi duruşma “Bi Pêşengiya Jinê û Şoreşa Rojava Yekgirtina Netewî” hat li darxistin. Hevditina 3’min Jinê li Salona Kongreya Civaka Demokratîk hat li darxstin. Hevseraka KCD’ê Aysel Tugluk,Hevşeradara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Majarê Mezin ya Mêrdînê Februniye Akyol, Hevseroka Navenda BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, DOKH, Meclisa Jinên KCD’ê, Meclisa Dayîkên Aştiyê, 47 saziyên jinan, partiyên siyasi, hişmendiya kurdan ya siyasi û ekonomîk, ji herêmên siyasî çandî û hemû herêmên jinan jî dinav de bi hezaran jin di hevdîtinê de amadebûn. Ji bo Dîwanê Parlementera HDP’ê ya Qersê Mulkiyê Birtane Endamên Meclisa Jinan yên KCD’ê Songul Morsumbul, Meral Gungor û Sema Koç hatin hilbijartin. Piştî deqeyek rêzgirina ji bo giyanê cangoriyên tekoşîna aştî û demokrasiyê Parlementera HDP’ê ya Qersê Mulkiyê Birtane axaftina vekirinê ya Hevdîtinê 3’emîn kir.
‘Em 19 Tîrmehê salvegera rizgariya Rovaja silav dikin’
Mulkiye wiha axivî: “Ser her gazek axa kurdistanê û rojhilata navin gelek demên dijwarde derbas dibin. Disa em kesên ku di tekoşina 14’ê tirmehê de jiyana xwe ji dest dane bibir tinin. Em 19’ê Tîrmehê roja salvegera şoreşa Rojava silav dikin. Her wiha em dayika Riza Altun Hatice Altun ya ku du roj berê jiyan xwe ji dest dayî jî bibir tinîn. Meclisa Kongreya Civaka Demokratika ya Jinan ji bo meclisa jinên kurdistanê mezin bikin 56 sazi û deste temsil û temsiliyeta xwe di civînê de bibinin. Me ji bo we gelek sazi û dezgeh ziyaret kirin. Ji bo pêşeroja me ev xalên giringin. Ev meclisa jinên kurd,jinên ereb,suryani,tirk,azerî her wiha em dikarin hemu jinên nasnameyên wan cudû bibin yek. Heta jin nebin yek li ser erdnigariya rojhilat aşitî pêk nayê. Em dixwazin hemû heval hêza xwe tevlî civinê bikin.”
‘Em bejan xwe li ber berxwedana 14’ê Tîrmehê ditewînîn’
Aysel Tugluk jî di despêka axaftina xwe de balkişand ser tekoşîna girtîgehan ya 14’ê Tîrmehê û wiha got: “Hevalên min yên jin berî ku ez dest bi axaftina xwe bikim di serî de ez hevalên Kemal Pir, Ali Çiçek, M. Hayrî Durmuş, Akuf Yilmaz û hemû hevalên di girtîgeha Amedê de canê xwe feda kirine ji bo pêşeroja gelan bi rêzdarî bibîr tînim. Ew hevalên me ji bo jiyaneke bi rûmet canê xwe feda kirin. Ger ne ji tekoşîna wan bana niha em weke gel û bi tayîbetî jî weke jin di bin koletiyê de bûn. Ger ne ji ked û berxwedana wan bana me ne dikarî îro em li vêederê vê civînê lidarbixin. Divê em weke jinên kurd tekoşina wan xurt bikin. Li gorî şert û mercên ku hatine guhertin em berpirsyariya xwe bi cih binin. Tekoşîna gelê kurd hertim ji bo civakê xwe guhertiye û nû kirine. Xurt kirina wê jî ji veguherîna wê tê.
‘Pirsgirêka kurd ya sed sala hatiya asta çareserkirinê’
Aysel balkişand ser pêşketinên dawi yên diqewimin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Niha li herema rojhilata navin şoreşa ereba pêk tê. Aliyê din Rêberê Gelê kurd Birêz Abdullah Ocalan li Tirkiyê tekoşina azadiyê pêş dixe. Pirsgirêka kurd 100 salin didome. Hevalên min yên jin em niha di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Divê hemû heval xwe di virde bi cih bike. Serkeftin bi xwe nayê. Serkeftin bi tekoşina gel pêk tê. Pirsgirêka kurd ya sed sala hatiya asta çareserkirinê. Birêz Abdullah Ocalan rêya xwe zelal kiriye. Weke ku birêz Abdullah Ocalan aniye ziman “Ji bo siyaseteke zelal rêyek nû hatiye vekirin” Birêz Abdullah Ocalan di manifestoya xwe ya 2013’an de rêya çareseriyê çawan dibe anîye ziman. Divê em jî xwe li gorî wê saz bikin. Berî her kesî divê em jin xwe biguherin û bi cih bikin. KCD ji bo Xwesariya Demokratîk ji despêkê heta niha gelek kar û xebat kiriye. Lê mirov nikare bêje em ser keftine. Her wiha nûnertiya jinan jî KCD’ê de kêm maye. Em weke jinên Kurdistanê pirsgirêka me ya herî mezin jî ev e. Ji xwe emê di civina xwe de pirsgirêka xwe niqaş bikin. Di KCD’ê de dê jin xwe çawa rêxistin bikin? Dê çawa meclîsa xwe ava bikin? KCD di nava siyasetê de cihê we giring e. KCD li hemberî hişmendiya mêran giringiyê dide rêxistinbûna jin û ciwanan. Jinên ku di nava KCD’ê cih digrin divê tekoşina demokrasiyê bidin. Li gorî rewşa Rojhilata Navin,rewşa Tirkiyê û rewşa Kurdistanê xwe bi cih bikin. Li cihanê û Tirkiyê em di aliyê demakrasiya radikal de mînak in. Moderniteya Kapitalist pirsgirêkên civakê kurd dike. Divê bi demokrasiya radikal civak û sazi bibin yek. Divê em hem din ava xwe de hem jî di nava civakê de demokrasiya radikal pêk binin. Ez biryarê jinan yên ku di civinê de bên axaftin pir giring dibinim.”
‘Em weke jinên kurd rêzdariya me li hemberî hemû nasnamê cuda hene’
Aysel wiha domand: “Tevgera kurd bi tevahî ji bo tekoşina demokrasiyê Tekoşinê dide. Jiyana azad û jiyana demokratik bi tekoşina jinaa dê pêk bê. Jin jiyanê diafrinin. Gel wisa be jin dê bingeha Xweseriya Demokratik jî ava bikin. Demokrasiya ku jin têde cîh negirin ew ne demokrasiye, ger jin azad nebe civak jî azad nabe. Moderniteya kapitalist jiyana ne demokratîk û ne hiquqî bingeh digire. Xweseriya Demokratik li hemberî hişmendiya mêrane ya tek perestî têdikoşe. Divê em weke jin 8 xalên ku Rêberê PKK’ê Birêz Abdullah Ocalan aniye ziman niqaş bikin û bêxin meryetê. Jin nebe abarî,siyaset û jiyan birêvenaçe. Divê em xwe di hûmû qadên jiyanê de birêxistin bikin. Em weke jinên kurd rêzdariya me li hemberî hemû nasnamê cuda hene. Tevgera Azadiya Gelê kurd ji bo jin têkeve nav jiyanê tekoşineke bêhampe daye. Minaka wê ya herî dawî jî Şoreja Rojavayê Kurdistanê ye. Em di pêvajoyek dijwar de derbas dibin. Divê em weke jin têkevin nav ve pêvajoyê. KCD wê biçe kongrê divê em jî xwe amade bikin. Em serkeftina hemû jinên kurd dixwazim. Ez berxwedana YPG/YPJ’ê ya li hemberî çeteyên kujer yên DAÎŞ’ê pîroz dikim. Ez bawerim dê çeteyên DAÎŞ’ê li hemberi tekoşina YPJ/YPG’ê tek biçin. Divê em jî li hemberî wan berpisyariya xwe bi cih binin.”
Gultan: Çoyîna Kongreya Navnetewiya Kurdistanê şerte
Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak jî got: “Dema ku em biçin kongreyek nû ezê zêdetir weke jinek kurd bi hişmendiyek çalaktir tevlî xebatên KCD’ê bibim û bi hişmendiya jinan tevbigerim.” Gultan ji bo lidarxistina Kongereya Netewiya Kurdistanê bang li Mesud Barzanî kir û wiha got: “Divê li hemberî evqas qirkirinên li Rojava tên jiyan kirin em bibin yek, hatina me ya bahev û li darxistina Kongreya Navnetewiya Kurdistanê êdî ketiye rewşek şert û pêwîste bê lidarxistin de.” Gultan anî ziman ku divê hemû jinên kurd xwedî li şoreşa Rojava derkeve û wiha domand: “Heger şoreşa Rojava wendabike dê hemû jinên kurd wenda bikin. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin. Divê em bi hişmendiya şoreşa jinan ya Rojava ya ku temînata avakirina Xweseriya Demokratîk berdewam dike civîna xwe berdewam bikin û nîqaşên me jî divî derbarîdebin.”
Piştî axaftina Gultan Mulkiye rapora xebatê ya Meclisa Jinan ya KCD’ê dixwîne. Dê piştî raporê jî runiştinên hevdîtinê berdewam bikin.
(zt)

