‘Kurdên ku sînor derbaskirin yekgirtin nîşandan’

14:37

Melek Yuksel / JINHA


RIHA – Li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê yên ser kantona Kobanê berdewam dikin duh bi şev nêzî 300 welatiyên din av de yên temenê wan mezin jî hebûn têlên honayi yên navbera gelan de hatîn danîn derbas kirin û derbazî nava refên YPG/YPJ’ bûn. Amara Efrîn ya YPJ yî girêdayî derbaskirina welatiyan ya sînor wiha axivî: “Ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve sînar derbaskirina gel ji bom e xwedî wateyek mezine.” Hakî Kobanê yê YPG yî jî got: “Gelê kurd bi van çalakiyên xwe nîşan dan ku Kurdistan yeke û dan diyar kirin ku hergar bê xwestin wê sînoran rakin û bi hev re şer bikin.”


Duh di saetên şevê de li gundê Aşme yê Rihayê ciwanan meşek bi meşaleyî li darxistin û duruşmên girêdayî berxwedana YPG’ê bilind kirin. Amara Efrîn ya YPG yî diyar kir ku ew konên bêrxwedanê yên ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve hatîn vedan dibînin, dengê gel di wan konan de dibihîsin û ev ji bo wan dibe çavkaniyek mezin ya moralê û wiha domand: “Dema kum in bihîst ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve gel sînor derbas dikin û tên digihin gel me ez gelek bi kelecanbûm. Min xwes bibezim wana hembêz bikim. Carnan jî dema ku ji hindirê konên berxwedanê dengê YPG û YPJ bilin dibin coşek çawan dide me ez li vêderê nikarim bînim ziman. Dema ku em dengê piştevaniyê ji aliyê Bakurê Kurdistanê dibihîsin ji vê saetê û şonde şehîd jî bibim xeman naxwim. Em sipasiyên bêdawî ji bo gelê xwe yê piştevaniya me dikin re dişînin û em dibêjin hun bi xêr hatin Rojava.”


‘Dixwazin şoreşa ku ji Kobanê despêkiriye li wê bidawî bikin’


Qumtanê YPG’ê Hakî Kobanê jî got: “Ji bom e rojên wiha pîrozin. Me dît her çendî dijminê me li ser welatê me sînor jî xêz kirine, lê gelê kurd destur nade vêyekê. Li ser Kurdistanê komployên mezin amadekiribûn. Ev kompla ser Rojava û tayîbetî jî ser Kobanê xwestin bixin meryetê. Lê gelê kurd ev pîlan û pirojeyên dijminan valaderxistin.”


‘Sînor derbaskirin û derbazî Rojavabûn’


Hakî anî ziman ku tu hêz nikarin bikevin pêşiya vîna gel û wiha pêde çu: “Gelê Bakurê Kurdistanê hêz û vînek gelek mezin nîşan dan, sînorên ji mayîn û leşkeran dagirtî bi erdê ve kirin yek û derbazî Rojavabûn. Ez hêvîdarim ku ev bûyer ji hemû kesê û tayîbetî jî ji dijminên kurdan re bibe îbert.”


‘Dîrokê himbêza xwe vekiriye û li benda kurdane’


Hakî bilêvkir ku bêgoman di her demên dîtokê de gelê Rojava alîkariya xwe ya ji bo xelekên dîroka Kurdistanê re kiriye û got: “Dîrokê carekedinê himbêza xwe vekiriye û li benda nivîsandina qedera kurdan maye. Li ser vî bingehî banga me ji bo gelê kurd û tayîbetî jî Bakurê Kurdistanê eve; em li ku dibin bibin, divê em tucarî desturê nedin dijiminên Kurdistanê pîlanên xwe yên li ser Kurdistanê bînin cîh. Divê em her dem di wê hêviyê debin emê pîlanên dijminên xwe valaderxînin. Heger ku îro gelê kurd hemû rîskan didin ber çavê xwe û sînor derbas dikin. Divê wêdemê ji 7 heta 70 salî gel li hemberî pergala heyî rabin. Êrîşên li Rojava bi teyîbetî ser Kobanê tên kirin di heman demê de ji bo şikandina vîna hemû gelê kurd dikin. Ji ber wê jî serkeftina Kobanê serkeftina tevayî Kurdistanêye. Yek girtina kurdan çavê dijminên wan ditirsîne. Bila hemû dunya bizanin ne tenê bi vînê bi fîzîkî jî hemû gelê kurd dê li gel gelê Rojava cîh bigirin.”


‘Ji bol i hemberî polîtîkaya qirêj şer bikim ezê beşdarî YPG’ê bibim’


Welatiyê bi navê Ehmed Lale jî balkişand ser qirêjiyên yên li aliyê Tirkiyê ser gelê kurd tên meşandin û got: “Îro li Tikiyê û tevahiya cîhanê polîtîkayên qirêj ser gelê kurd tên meşandin. Ji bo kul i hemberî van polîtîkayên qirêj derkevim ezê îro beşdarî nava refên YPG’ê bibim.”


WÊNE: DÎHA


(zt)