‘Têkoşîn ji bo hemû civakê tê dayîn’
12:06
JINHA
AMED – Bi nêzbûna 8’ê Adarê jin li qadan daxwazên xwetînin ziman. Daxwazên jinan a herî girîng jî aştî û azadiye. Jinan, destnîşan kir ku di pêvajoya diyalogê de dê jin rol û misyona xwe bilîzin û bibin berdevkên aştiyê.
Bi nêzbûna 8’ê Adarê li herêmê bi hezaran jin li qadan daxwazên xwe tînin ziman. Ji partiya Kedê Kubra Kilimli û ji Meclîsa Jinan a Sosyalîst Ayşe Işik, diyar kirin ku bi yekitiya jinê dê têkoşîna azadiya jinê bilind bibe. Parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, diyar kir ku jinên kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû civakê têdikoşe.
‘Zîhniyeta heyî tu caran qebûl nakin’
Parlamenter Mulkiye Bîrtane di axaftina xwe de bal kişand ser 8’ê Adarê û da zanîn ku dê îsal bi dirûşma "Ji Rosayan heta Sakîneyan Soza we soza me ye, rêya we rêya me ye" 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Mulkiye wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rihê berxwedanê li dijî zîhniyeta pergala serdest derdikevin û em tu carî vî zîhniyetî qebûl nakin. Afişên ku bilboardan hatî daliqandin hatin qedexekirin.”
Mulkiye, diyar kir ku îsal di 8’ê Adarê de jin li Tirkiye û herêmê li qadan daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: “Li Tirkiye û Kurdistanê gelek jin serî rakir. Ji hêla birêz Ocalan ve pêvajoyek hat destpêkirin. Niha pêvojeyek nîqaşan heye. Em jinên kurd ji bo azadiyê xebatên xwe di çarçoveya demokrasî, ekolojîk û azadiya zayendî birêvebibin.”
Mulkiye, di axaftina xwe de bal kişand ser jinên kurd û tirk û da zanîn ku jinên kurd û tirk bi hevre xebatan dimeşînin, di çarçoveyan xebatan de dê meclîsên jinan avabikin. Mulkiye, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên kurd piştî Kongreya Jinên Kurd niha jî ji bo Kongreya Jinên Cîhanê ketiye nav hewldanan.”
‘Dê li qadan bin’
Kubra Kilimli, destnîşan kir ku bi saziyên jinan re kar û xebat dimeşînin. Kubra, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Niha pêvajoyek li ber me heye. Hevdîtinên li Îmraliyê girîng e. Ji ber vê jî li Tirkiye û herêmê têkoşîna jinê girîng e. Bi têkoşîna jinê dê denge aştiyê bilind bibe. Em li vir bang li jinan dikin bila di 8’ê Adarê de li qadan bin.
‘Mijarên esasî yên girîng hene…’
Ayşe Işik, di axaftina xwe de bal kişand ser 8’ê Adarê û diyar kir ku pîrozbahiyên îsal diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê dikin. Ayşe, da zanîn ku niha pêvajoyeke girîng heye, di pêvajoyeke ev qas hesas de cinayetên siyasî pêk hat û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em îsal di 8’ê Adarê de rewşa jinên Sûriyeyê jî binirxinin. Em dixwazin ne ji bo şer ji bo jinê bûtçeyeke taybet bê afirandin. Em ji bo vê hewl bidin. Her wiha mijara girîng a din jî keda jinê ya ku di nava malê de dide. Em dixwazin li hemberî vê têbikoşin. Her ku diçe şîdeta li hemberî jinê zêdetir dibe, ev pirsgirêkeke civakî ye û dê bi civakê re çareser bile. Em 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.”
‘Berpirsiyartiya we bînin cih’
Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Gulistan Erek, da zanîn ku jin li her qadê bi bandore û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin tê kirin. Lê niha jî operasyonên leşkerî hene û bi dehan welatî jiyana xwe ji dest dane. Ev zarokên vî welatî ne. 3 siyasetmedarên jin qetil kirin. Her tim daxwaza me aştî bû û me dixwest rojek aştî bê vî welatî. Dibêjin dê demokrasiye bînin, gelo dê çawa bînin. Divê her kes berpirsiyariya xwe bîne cih û deste xwe texe bin kevir. Divê deste ku ji bo aştiyê hatî dirêj kirin bê girtin.”
(la)

