'Em Ekonomiyê ji ekolojiyê cudan na fikirin'

08:46

Derya Ceylan / JINHA


ÊLIH – Akademîsyen Ozlem Yeniay diyar kir ku xebatên wan yên ser aboriyê ji jiyana ekolojîk ne qetandîne û got: “Çima em balêdikişînin ser ekolojiyê;  heger em  ji nava pergal  û aboriya heyî derdevin, hem zêdetir nêzî hev bibin û hem jî bi zindiyên dinê re din ava peyîwendiyandebin, wê demê ew aboriyek cudaye. Ji ber wê jî em formulek cuda ya jiyanê dixwazin. Ji ber wê jî abrî ji akolojiyên cud nirxandin ne gengaze û nayê fikirîn jî.”


Partiya Civaka Demokratîk (KCD), Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê, Oda Pîşesazî û Ticaretê di 14’ê îlonê de dê “Konferansa Ekonomiya Demokratîk” li darbixin. Ji nihade weke atolyeyên aboriyê girêdayî konferansê xebat hatine despêkirin. Atolyeya Ekonomiyê ya yekem li Êlihê hat li darxistin. Endama têkela atolyeyê ya bi mijarên weke av, enerjî û maden hatî despêkirin Akademîsyen Ozlem Yeniay da zanîn ku ev 4 salin wê di nava tevgera ekolojiyê de cîh girtiye. Ozlem destnîşan kir ku ew ekonomiyê ji ekolojiyê cuda nagirin û ji bo jiyanek nû pêwîstî bi avakirina ekonomiyek nû heye.


‘Em ji nivîsên Abdullah Ocalan sudê digirin’


Ozlem anî ziman ku dem ali aliyê Zeriya Reş dixebitî KCD naskiriye û ji bo baştir bi rêvebirina xebatên xwe ji nivîsên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sudê digirin û wiha got: “Din ava şerê 30 salan li herêmê tê meşandin bêyî ku gel di ferqêdebin ji kaputalîzim û endustriyalîzim bil ez pêşketiye dur mane. Ji ber wê jî em bi gel re tên bahev û bertekên wan yên li hemberî kaputalîzmê ji bo bibînin em xwendinên cuda kirin. Ji bo amadekariyên ‘Konferansa Ekonomiya Demokratîk’ yên weke atolyeyên ekonomiyê em bi KCD û têkelên dinê re hatîn bahev û me bi hev re amadekarî kirin. Ji ber em jiyanek nû dixwazin. Ji ber wê jî em dibînin ji derveyî wê ekonomiyek dinê ne gengaze.”


‘Karesatên xwezayê di demên cuda de li ser erdnîgariyên cuda kirine’


Ozlem bilêv kir ku nirxên gelan yên hevbeş jî ji destê wan digirin, êrîşên ser erdnîgariyan zêde dibin û li Tirkiyê jî tehrîbatên xwezayî salên demdirêjin tên kirin û wiha domand: “Tehrîbatên xwezayî li ser erdnîgariyên cuda di demên cuda de tên kirin. Li Zeriya Reş jî tehrîbatên xwezayî di dawiya salên 1990’an de hêdî hêdî despêkirin. Heta li herêma Ege, Bergama û Elî Aga tekoşîna gel ya li hemberî çêkirina HES’an di dîroka Tirkiyê de mînakeke giringe. Li Kurdistanê jî ev 30 salin li hemberî mêtîngeriyê tekoşîn tê dayîn. Li ser tekoşîna wan jî bi şêweyên cuda êrîş çêbûne. Di van salên dawiyê de jî nava tekoşînê de tekoşîna ekolojiyê bilind dibe. Herî kêm di vê wateyê de hevgirtina siyasi, pêşketinek polîtîk û li riyên bi hev re tekoşîn kirinê geriyan, li gel tekoşîna hevbeş dijminê xwe naskirin em weke bertekek însanî dibînin. Ji ber wê jî me bi heman şêweyî lênêrî.”


‘Ji holê rakirina axê tê wateya sîlkirina hişmendiyê’ 


Ozlem diyar kir ku dixwazin bi çêkirinaHES’ê herêmê bê mirov bikin û got: “Dewlet û yên bi sermayeyê bawerdikin gotinên weke ‘Ezê ji bo we îstihdamê bînim, ezê ji bo we kar bînim’ dikin. Lê kes ji bo tiştên beriya wê tên kirin tuştekê nabêjin. Dixwaze bêje ‘Min her tuşt ji destê te girt, herêm ya mine.’ Ev kirinên niha dikin hemû nirxên mirovan yên weke çand û  ziman tune dikin. Ji holê rakirina axê tê wateya sîlkirina hişmendiya mirovahiyê. Ev jî tê wateya bi destê xwe sîlkirina jiyanê.”


‘Ekonomî û ekolojî ne ji hev cudane’


Ozlem da zanîn ku ekonomî û ekolojî ji hev ne cudane û wiha got: “Çima em balêdikişînin ser ekolojiyê;  heger em  ji nava pergal  û aboriya heyî derdevin, hem zêdetir nêzî hev bibin û hem jî bi zindiyên dinê re din ava peyîwendiyandebin, wê demê ew aboriyek cudaye. Ji ber wê jî em formulek cuda ya jiyanê dixwazin. Ji ber wê jî abrî ji akolojiyên cud nirxandin ne gengaze û nayê fikirîn jî. Berevajiyê wê tevlîbûnek wekhav ya azadiya jinan bingeh girtin û jiyanek wekhev gengaze.”


(zt)