'Jinên ku serkeftinê dibînin qazanc dikin'

09:40

Bêrîvan Sumer/JINHA


WAN – Atolyeya hunerê dest ya ku ji aliyê Navenda Rojîn ya Jinan ve hatî vekirin qursên hunerê dest dide jinan. Azad Şîmşek diyar kir ku armanca wan hem ji bo jin ji malan derkevin û hem jî beşdarî nava karên hilberîn û hunerên dest bibine û got: “Dema ku jin keda xwe bibîne tê wateya ev kar serkeftiye. Jinên ku serkeftinê dibînin bi serdikevin. Em dixwazin jin ji van karan sedê bigirin.”


 Navenda Rojîn ya Jinan ya ku dibiniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê de xebatên xwe birêvedibe bê navber karê xwe bedewam dike. Mamostaya qursa hunerê dest Azad Şîmşek da zanîn ku wan di atolyeyê de dest bi qursek ya hunerê dest kiriye û di qursê de 13 jin dixebitin. Azad Şîmşek destnîşan kir ku armanca wan hem ji bo jin ji malan derkevin û hem jî beşdarî nava karên hilberîn û hunerên dest bibin û wiha got: “Bi tayîtetî jî ji bo jin hunerê xwe yê dest nîşan bidin em ji bo wan dibin alîkar. Em di qursên xwe de pir baş dixebitin. Me ji sifirê dest bi vê xebatê kir. Em ji derfetên ku Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê daye me sudê digirin. Di qursê de me ji yaxlî boya, ahşap û taqiyan despêkiriye.”


‘Hunerê dest hinek karê xeyalkiriyêya’


Azad anî ziman ku yekbûna jin û xwezayê tuştên gelek xweş derdikeve û wiha domand: “Li vêderê sedema kum e stand vekirî hem ji bo jin bi xwezayê re bibin yek û hem jî xwezayîbûna di jiyana jinan dene. Hunerê dest hinek karê xeyalkiriyêye. Heger li ser bê fikirin û xeyal kirin dikare hunerê gelek cuda bê lidarxistin. Ji bo ev huner bê kirin me cihek wiha hilbijart. Dema ku em bi xwezayê re bibin yek dê hêza me ya xeyalkirinê jî zêdetir fereh bibe. Ez diwê baweriyê deme ev kar herî vaş jin dikarin bikin.”


‘Jin dikare keda xwe bigihîne cihên baştir’


Azad wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di rastiyê de armanca me ya bingehîn jin ji nava pirsgirêkên wan yên heyî dur kirin û ji bo wan cihekî cuda vekirine. Jin jî êdî diferqêdenin dê çawan qazanc bikin û serkeftinê bi des xwe ve bînin. Firotina berhemên wan yên dest dibe ku ji bo debara wan qazancek baş nebe, lê ve hîna despêke. Dibe ku niha mîktarek kêm bi hunerê wan yê dest tê lê di pêşerojê de ev dikar fireh bibe û lig elek cihên dinê jî belav bibe.”


‘Jinên ku serkeftina xwe dibînin qazanc kirîne’


Azad balkişan ser ked û berhemê keda jinan û wiha berdewam kir: “Heger jin keda xwe dibîne tê wateya bi serketine. Jinên ku serkeftin dîtin qazanc kirine. Divê ev tenê di aliyê aborî de lê nayê nêrîn. Em dixwazin jin ji van derfetan sudê bigirin. Ev xizmet ji bo wan hatiye vekirin. Divê ew jî bên ji vê xizmetê sudê bibînin. Di encamê de ve keda wan bi xwe ye. Çiqas kedê bidin dê ewqas berhem jî bigirin. Kes mêtîngeriyê ser keda kesê nake.”


(zt)