Nicma; Rêxistinbûyîna jinan bingehê pergala xweseriya demokratîke
09:45
Zinarin Aydîn/JINHA
DİRBÊSİYÊ – Ji despêka şoreşa Rojava heya niha jinan rolek yê pêşengiyê girtine. Niha jî di sazîbûn û bi cîhbûna nava meclisan de jî heman rolê pêşengiyê girtine. Endama Meclisa Yekîtiya STAR ya bajarê Dirbêsiyê Nicma Welî girêdayî xebatên xwe yên nava meclisan got: “Ji despêka şoreşa Rojava heta niha di aliyê leşkerî, siyasî, bîrdozî û civakî de jinan rolê pêşengiyê girtine.”
Ji despêka şoreşa Rojava û îlankirina xweseriya demokratîk heta niha jinan di astek ya pêşengiyê de cîh girtine. Li hemû taxên bajarên Rojava xebatên mecilsan despêkirine. Yek ji bajarên rojava ku jin di nava xebatên meclisan û yê saziyan de xwe bi rêxistin dikin bajarê Dirbêsiyê ye. Endama Meclisa Yekîtiya STAR ya bajarê Dirbêsiyê Nicma Welî girêdayî xebatên xweyên nava meclisê wiha got: "Jin di tevayî saziyên weke mala gel, mala jin, meclisa gel, meclisa jinan, malbatên şehîdan, dadê, ziman û saziyên şaredariyan de jî ciyên xwe digrin."
'Jin bi hijmareke mezin di nava tekoşînê de cî digrin'
Nicma wiha axivî: "karê şoreşa rojava piranî li ser milê jinane. Li gel jin xwedî zarok û berpirsyariya malêne jî çî karê dikevin ser milê wan bi berpirsyariyek mezin dikin. Jin hem di hêza parastinê de, hem di mewziyan de him jî di karên civakî de hijmarek mezin ya jina di nava xebat û tekoşînê de cîh digrin" Nicma da xwiya kirin ku li her bajarî û di nava bajaran de jî li her taxekê meclisa jinan heye û got: "Di bajarê Dirbêsiyê de pênc tax hene û di her taxekê de jî meclisa jinan heye. Ev meclis tevayî malên taxê ziyaret dikin û ji bo naskirina jinan tevdigerin."
'karê meclisê riya çareseriya van pirsgirêkane'
Nicma anî ziman ku karê jinên meclisê ewe bizanibin her jinek çi jiyan dike û wiha berdewam kir: "karê ku ji me tê xwestin em jinan li xwe zêde bikin û tevlî kar û xebatan bikin her weha hin mal hene ji ber ferasetên malbatî û eşîretî pirsgirêkên nav xwe de vedşêrin ji lewma hin teqandinên ji nivê de yê weke xwe kuştina jinan derdikeve, ji bo ku rê li pêşiya vê pirsgirêkê jî bê girtin karê meclisê riya çareseriya van pirsgirêkane."
'Jin têne mala jinê û pirsgirêkên xwe li wê nîqaş dikin’
Nicma balkişand ser kêmketina pirsgirêkên jinan û wiha got: "Dema destpêka saziyên jinan hate avakirin gelek pirsgirêkên jinan dihate jiyan kirin. Jin dihatin berdan, lêdan dixwarin lê ev pirsgirêkên bi vî rengî niha kêm bûne. ne wek sê salên berî niha. Jin têne mala jinê û pirsgirêkên xwe li wir nîqaş dikin û bi hev re çareser dikin. Pirsgirêkeke ku neyê çareserkirin jî hewaleyî dadê tê kirin, di dadê de jî ji xwe jin hene ku bi pirsgirêkên jinê bi taybet û bi yê civak re bi giştî li ser esasê lêkolînkirin û lêpirsînkirina pirsgirêkê alaqeder dibin. Her weha ev malên jinê ji tevayî jinên kurd, ereb, siryani û xiristiyanî re jî vekiriye."
'Em bi feraseta rexne û rexne dayînê pêşdikevin'
Nicma li ser xebatên xwe yê rêxistinî da zanîn ku ji ber di destpêkê de tecrûbeyeke wan ya vî karî tinebû zêde mudaxeleya kêmasiyan ne dihat kirin û wiha domand: "Lê niha êdî tecrûbe di warê rêxistinî de jî hatiye qezenckirin. Em niha êdî perwerdeyên xwe her hefte rojekê dibînin, di mala jinê de rojê carek em perwerdeya ziman dibînin, çalakiyek dema çêdibe em tevlî dibin, heftê carek em civînên xwe çê dikin û kêmasiyan nîqaş dikin bi feraseta ku şoreşa me bi rexne û rexne dayîn pêşdikeve em şaşîtiyên hevdû sererast dikin."
'Baweriya min bi hêza jin ya avaker heye'
Nicma di dawiyê de wiha got: "jin çiqas xwe di xebatên saziyan de pêş bixe û bi rexistinkirina xwe esas bigre ewê di avakirina pergala xweseriya demokratîk de jî pêşengtiyeke serkeftî bike. Hewildanê vê yekê jî ji aliyê jin di rojava de li her derê tê dayîn û baweriya min bi hêza jin ya avaker heye."
(za/zt)

