Ji jinan li her qadê gotina bilindkirina tekoşînê

12:18

Şehriban Aslan - Perihan Kaya/JINHA


AMED – Di Hevdîtina 3’emîn ya Meclisa Jinên KCD’ê de jinan soza li her derê bilindkirina tekoşînê dan. Ji jinên ku tevlî hevdîtinê bûn Parlementera berê ya Parlementoya Ewrupayê Feleknaz Uca diyar kir ku ew rêxistinbûna jinan û rengê wan dibin banê KCD’ê de kombûnê giring dibînin û got: “Dê jin zêdetir bi vîn, fikir, pergala meclisan zêdetir rolek yê pêşengiyê din ava KCD’ê de bigirin.”


Di 3’emîn hevîdtina Meclisa Jinên Partiya Civaka Demokratîk (KCD) ê de jinên kurd, ereb, suryanî, êzidî û elewî ji nûve li hev civîn. Ji jinên ku tevlî hevdîtinê bûn Parlementera berê ya Parlementoya Ewrupayê Feleknaz Uca da zanîn ku ew kombûna jinan bi rengê xwe dibin banê KCD’ê de gelek giring dibînin û wiha got: “Dê jin zêdetir bi vîn, fikir, pergala meclisan zêdetir rolek yê pêşengiyê din ava KCD’ê de bigirin.”


‘Divê jin dibin banek hevbeş de bicivin’   


Aktîvîsta Meclisa Sosyalîstên Kurd Sevda Çagdaş jî Hevdîtina 3’emîn ya Meclisa Jinên KCD’ê gelek girîng dît û wiha axivî: “Pêvajoya ku em têde dijîn pêvajoyek dîtokiye. Em di demek ya li Rojhilata Navîn û tayîbetî jî li Rojava jin di nava serhildanan de nin û pêşengiyê ji şoreşan re dikin de dijîn. Me jî di vê civîna KCD’ê de peyîwirên nû girtin. Divê di pêvajoaya bi cih anîna van peyîwiran de jin dibin banek hevbeş de bicivin. Banga min ji bo hemû jinan xwe weke hîmên bingehîn bibînin û bi wê hişmendiyê xwe tevlî pêvajoyê bikin.”


‘Şer bi xwe re hejariyê tîne’


Endama Komeleya Sarmaşik Dîlek Akkuş jî balkişand ser kombûna 56 saziyan dibin banê KCD’ê de û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Her kes di aliyê xwe de pirsgirêkên xwe anîn ziman. Me jî di aliyê hejariyê de pirsgirêkên xwe anî ziman. Şer bi xwe re hejariyê tîne. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan pêdivî bi tekoşînek hevbeş heye.”


‘Divê jin di her herêmê de nûneriya xwe bidin nîşan dan’


Nûnera Navenda Jinên Suryanî Aynur Ozgun jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Atmusfera k udi civînê de hatî nîşandan ez gelek şanaz kirim. Ji hemû fikir û baweriyên cuda jin li cihekê dîtin mijarek ya kêfxweşiyê ye. Emê weke jin hem ji bo rizgariya gelan û hem jî ji bo rizgariya jinan du qat bixebitin. Divê jin di hemû navendên jiyanê de cîh bigirin. Weke suryaniyek din ava KCD’ê de cîhgirtin gelek giring dibînim. Weke Rojava emê jî li vêderê tekoşîna xwe bilind bikin. Emê weke jin li hemberî polîtîkaya dewletê ya bişaftinê tekoşîna xwe mezintir bikin. Divê jin li her qadê xwe bi rêxitin bikin.”


‘Kurd xwe ji nûve bi rêxistin dikin’


Parlementera berê ya Parlementoya Ewrupayê Feleknaz Uca anî ziman ku ew demê lidarxistina Hevdîtina 3’emîn ya Meclisa Jinên KCD’ê gelek giring dibînin û wiha got: “Em di demek ya kurd qedera xwe bi destê xwe tayîn dikin de dijîn. Li hemberî hemû êrîşên heyî bi tayîbetî jî êrîşên ser kantona Kobanê divê em kurd xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Divê din ava xebatan de aliyên civakê yên weke pirsgirêkên aborî, şer, feqîrî û koçberiyê jî bên destgirtin. Her wiha divê KCD bi xwe girêdayî van pirsgirêkan rêxistinbûnê çêke.”


‘Jinên kurd kongireya xwe li darxistin’


Feleknaz kombûna jinan bi rengên xwe dibin banê KCD’ê de giring dît û wiha domand: “Dê jin zêdetir bi vîn, fikir, pergala meclisan zêdetir rolek yê pêşengiyê din ava KCD’ê de bigirin. Xebatên me jî tenê ne ji bo ji nû ve avakirina jiyanek nûye; dagirtina hindirê xweseriya demokratîk, parvekirina nêrînên Serokatî bi gel re ye. Di heman demê de ev civîn pêşengiyeke ji bo lidarxistina kongreya navnetewî. Di şerê hatî jiyan kirin de gelên kul i her derê berlav bûne îro di vê civînê de xwe tînin ziman. Bi salane em dibêjin bila Kongreya Netewî bê li darxistin, lê nabe. Jinên kurd bi destê xwe beriya kongereya netewî kongreya xwe lidarxistin. Ev peyamek giringe. Ez hêvîdarim ku hemû partiyên kurdna vê peyamê bigirin.”


(zt)