Yekîtiya Star: Şaristaniya kapîtalîst di rojhilata navîn de her cureyê şer pêşdixîn

13:25

JINHA


ROJAVA - Yekîtiya Star li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê yê ser kantona Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxunaiyê de hati wiha hat gotin: “Şaristaniya kapîtalîst di rojhilata navîn de her cureyê şer pêşdixîn. Di heman demê de ji bo qazanckirina zêde jî hemû nirxên gel dixin pazarê. Ji ber wê yekê mirov, netew, dîn, jin, zanîst ji bo wan tiştekê bi nirx zêdetir amûra qazancêye. Di kiryarê wan de nirxê mirovahiyê nine.”


Bi nêzbûna 3’emîn salvegera şoreşa Rojava ya dibin pêşengiya jinan de li Kobanê despêkiribû re êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê jî zêdebûn. Bi tayîbetî ji despêka meha Tîrmehê ve ser kantona Kobanê êrîşên bê hempa hene. Li hemberî van êrîşan Yekîtiya Star daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat domandin: “Kiryarên wan yên der mirovane li rojavayê Kurdistanê, Surî û êrîşên Musul de derket hole. Hêzên dagirkeran di nav xwe de plansaziyên êrîşan çêdikin. Bê aman êrîş dikin û dixwazin dîroka mirovahî, azadiya jin, xwişk û biratiya gelen, exlaq, çand, dîn, zanist, hêza bi hevre jiyan kirinê tune bikin.”


 ‘Li rojavayê kurdistanê vîna jin û gel ji nû ve pişkivî’


Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Beramberê êrîşên şaristaniya kapîtalîst niha di rojavayê Kurdistanê de bi pêşengiya jinan  şoreş ava dibe. 3 sal berê wê 19 tirmehê li Kobanî berxwedana gel re çirûska şoreşa rojava destpê kir. Hemû pêkhateya kurdistanê tevlî wê şoreşê bu û jiyana xwe, pêşaroja xwe, xwe bi xwe rêxistin dike. di nav bera 3 salan de keç û  xortên xwe a bi heybet û be hempa şehid da, her roj ked û xuhdan dide. Gah dikeve gah radibe. Lê beriya her tiştê jiyana xwe niqaş, biryar û kiryara xwe, xwe bi ve dimeşine. Li rojavayê kurdistanê vîna jin û vîna gel ji nû ve pişkivî. Lê şaristaniya kapîtalîst vê heqîqatê berçav nagire û tehemul nake. Dixwaze şoreşa gel li ku derê dest pê kiribe û salvegera wê de bifetisine.”


‘Ev diyarde ne cara yekê ye bi deha caran derketiye holê’


Daxuyaniyê wiha domand: “Di hin hevditinên ku li Urdinê hatiye çêkirên  de derket hole ku, êrîşên DAİŞ’ê ne serbixwe ye û ne bi armanca dewleta îslamiye. Ev diyarde ne cara yekê ye bi deha caran derketiye hole ku Îsraîl, DYE, Tirkiyê, Îran, Suudî, Surîy û PDK di hevkariyê de ne. Wan êrîşên ku di rojhilata navîn de çêdibin destê wan heye. Ji ber ku DAİŞ ne ji bo dewletek îslamî ava bike şer dike. Hêzek talanker û terorîstê. Di serê de islamiyet lê hemu dîn û mezhep destê wan de amurekê ticariye. Kengî çi bixwazibin ev nirxa gel dixin meriyetî. Niha ji li gorê xwesteka hezên şaristaniya kapîtalîst de tevdigerin. Armanc ewe ku naxşeya rojhilata navîn de guhertin çêbikin û hêza gelan tine bikin.


Ev 3 salin Rojavayê kurdistanê bi tena xwe li hemberî van êrîşan li ber xwe dide.  Beramberê plansaziya navneteweyî parastina gel çêdike, rêxistina gel û jiyana gel be dewlet û desthilatdarî ava dike. Li rojavayê kurdistanê plansaziya dewleta netew tekçuye. Êrîşê Musul de jî derket hole ku parastina YPG/YPJ çiqas bi bandore.


Lê niha şaristanê Kapitalist dixwaze pêngavek nu ve li Kobanî heza gelan tek bibe. Em weke yekitiya star dibejin ku dive hemû hêzên Kurd a sîyasî li gore berjewendiyên netewa demokratik tev bigerin. Em jîbîr nekin ku ‘eger em nebin yek, tine bibin yek bi yek’


Şoreşa rojavayê Kurdistanê şoreşa jine ye. Şexsî heval Berfîn de hemu şehîdên şoreşê bi bîrtinin. Heval Berfîn weke endamek Konfederasyonê xwendekarên Kurd tevlî refên şoreşê bu û pîştî ku li Kobanî şer giran bu, heval Berfîn weke şerwanek YPJ tevlî şer bu. Şerê zor maxor de berxwedanek be hempa ve 4 hevalê xwe ve şehid ket. Em berxwedaniya kobanî şexsî heval Berfîn de slav dikin. Em bangê gelê xwe yê welatparez dikin ku her kelî de em di nava liv û tevgerê de bin. Çalakiyên bi girseyê we piştgiriya berxwedana Kobanî bikin.”


(zt)