Xebata çandê jî êdî di taxan de tê meşandin

08:30

 


Şêrîn Hiso / JINHA


AMED- Şaredariya Peyasê ya Amedê ji bo gel ku êvarên di parkên civakî de xebata fîlîman da destpêkirin. Xebatkarê beşa Çand û Hûnerê yê Şaredariya Peyasê Hogir Berbir diyar kir ku Filmên ku wan îsal ji bo pêşandanê amade kirine li gorî pêvajoyê derketin pêş.


 Miduriyeta Çand û Hunerê ya Şaredariya Peyas a Amedê dest bi pêşandana programa demsala havînê kir. 9 sal e ku her havînê  Şaredariya Peyasê ji bo welatiyên ku êvaran li parkan rûdinên bernameyên pêktîne. Di bernameya îsal de jî  filmên tên pêşandan. Xebatkarê beşa Çand û Hûnerê yê Şaredariya Peyasê Hogir Berbir diyar kir ku filmên ku wan îsal ji bo pêşandanê amade kirine li gorî pêvajoyê derketin pêş û wiha got: “Me van filmana hilbijartine ji ber ku her filîmek bûyereke û çîrokekê vedibêje. Di bûyera filman de gelê me çiqas sûdê dê ji wan bigre em vana ji xwe re esas digrin.” Bername û pêşandana filman li 4 parkên mezin yên weke; (Parka Rojava Azad, Xelîl îbrahhîm Uruc, Ceylan û Park Ormanê)  yên bajarê Amedê tên pêşandan. Piştî meha Rojiyê dê ev bername li  gundan jî berdewam bikin.


 ‘Filmên îsal li gorî pêvajoyê derketin pêş’


 Hogir destnîşan kir ku  filmên îsal li gorî pêvajoyê hatine amadekirin  û armanc ew e ku gel ji bûyerên van filmana sûd bigrine û wiha axivî: “ Her sal di demsala havînê de em vî karî dimeşînin ji 1’ê tîrmehê destpê dikin, heta îlonê ev bername tên pêşandan. Bername di heftiyê de 4 rojan tê pêşandan. Em her hefteyekê li parkekê ne û em filmekî ji gel re didin pêşandan. Filmên ku tên amadekirin ji bo vê bermanê li gorî daxwaz û pêdiviyên gel in. Îsal filmên ku me amade kirine û nîşanî gel didin li gorî pêvajoyê derdikeve pêş. Me îsal ji bo bernamê van filmana hilbijart: Hêsiryê Jinekê – Omer- Du qehreman û filmê Mandela.”


 ‘Em ê ji gelê xwe re nîşan bidin ku dîrok xwe dûbare dike’


 Di  nava  lîsteya filmên ku îsal bên pêşandan de filmê Mandela heye. Hogir bal kişand ser armanca pêşandana filmê Mandela di vê demê de bi taybetî û ev tişt anî ziman: “Armanca pêşandana filmê Mandale îsal ew e ku gelê me armanca berxwedana gelên din jî bibîne. Rewşa gelê Afrîkayê, berxwedana wan û ji berxwedana gelê kurd ne cûdaye. Di fîlîm de bûyerên gelekî balkêş derbas dibin yek jê destpêka pêvajoya aştiyê ji bo çareser kirina rewşa gelê Afrîkayê ye.  Bi vî awayî me xwest ku em ji gelê xwe re nîşan bidin ku dîrok xwe dûbare dike.  Desthilatdarî li hemberî  xurtbûna  îradeya gelan pûç dibe. Armanca me ji hilbijartina filmê Hêsiryê Jinekê jî ew e ku naveroka film  zilma ku li ser jina kurd hatiye kirin nîşan dide ye, her wiha jina kurd bi çi awayî ser piya maye. Film sedema neşikestina û hêza jina kurd  derdixe holê. Em bawerin ku gelê me dê ji van filmên ku em nîşan bidin sûdê mezin bigire. ”


 ‘Îsal dema bernamê li gorî Rojiyê hat saz kirin’


Hogir bi lêv kir ku  bername li gorî her kesê beşdar tê plan kirin ji ber  ku her êvar jin, mêr, ciwan û zarok diherike parkan û şevbuhêrka xwe li devre diqedîne û wiha got: “ Ev e 3 sale meha Rojiya Remezanê di havînê de derbas dibe. Îsal jî dema bernamê li gorî Rojiyê hat saz kirin.  Bername seat 9’an de destpêdike heya seat 12’an didome. Dema me bername xistiye vê saetê ji ber ku me hesabê nimêja Tera wîha kiriye. Gelê ku naçe nimêjê û li parka rûdinê, me ji bo wan  ev bername amade kiriye. Armanca me ew e ku em daxwazên gel pêk bînin û karibin kêfxweşiyê li her derê bijîn. Di bernamê de em ê  kilîpên muzîkê jî pêşkêş bikin. Piştî kilîpan ji bo zarokan jî  em filmên kartonî bi kurdî rapêş dikin, piştre em li gorî daxwaza gel muzîkê ji bo govendê vêdixin.”


 ‘Sedema têkiliyên zindî di nava gel û rêveberan de’


 Hogir Berbir di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çalakiyên bi vî rengî dibin sedema şaredar û rêveber jî bi gel re van filmana temaşe bikin,  bikevin nava nîqaşên û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “  Şaredar û rêveberên me jî bi gel re li parkê rû dinên û  filman temaşe dikin. Ev jî dibe sedama nêzîkbûnek bihêzek mezintir di nava gel û rêveberan de çêbibe. Bi vî awayî pîlan stratejiya 5 salan zelaltir û hêsantir dibe ji ber ku rêveber têkiliyên zindî bi gel re dijîn.”  


(şh/pk)