Çepikek xurt ji bo Belgefîlma Sîmurg!

13:15

Belgefîlma ‘Sîmurg’ a ku derhênerê wê rojnamevan û nivîskar Ruhî Karadag e û mijara wê jî operasyona di 19’ê kanûna sala 2000’î de di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” de pêk hat e, di mîhrîcanê de hat nîşandan. Temaşevanan demeke dirêj li piya piştgiriya xwe bi çepikên xurt nîşan dan.


JINHA


DÎLOK –Belgefîlma ‘Sîmurg’ a ku derhênerê wê rojnamevan û nivîskar Ruhî Karadag e û mijara wê jî operasyona di 19’ê kanûna sala 2000’î de di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” de pêk hat e, di mîhrîcanê de hat nîşandan. Temaşevanan demeke dirêj li piya piştgiriya xwe bi çepikên xurt nîşan dan.


 2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Onat Kutlar didome. Di mîhrîcanê de, belgefîlma bi navê ‘Sîmurg’ derket pêşberî temaşevanan. Belgefîlma ku derhênerê wê rojnamevan û nivîskar Ruhî Karadag e, operasyona di 19’ê kanûna sala 2000’î de di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” de li girtîgehan pêk hat, kiriye mijara xwe. Di belgefîlmê de, Di fîlm de, 6 kesên ku tevlî greva birçîbûnê ya di sala 1996'an de li Bayrampaşayê pêk hat bûne û di sala 2000’î de jî ji derve de piştgirî dane, tiştên ku lê rast hatine, vedibêjin. Di fîlm de, şahediya kesên di sala 2000'î de tevlî rojiya mirinê bûne û ‘operasyona vegera li jiyanê’ di hundir de jiyîne, hatin ragihandin. Belgefîlm ji aliyê gelek kesan ve hat temaşekirin. Çalakgera jin ku îşareta serketinê kir û got “Em bi ser ketin” û rastî lêdana leşkeran hat, bi çepikên temaşevanan hat pêşwazîkirin.


Demeke dirêj rastî çepikan hat


Derhênerê belgefîlmê Ruhî Karadag, piştî temaşekirina fîlm, bi temaşevanan re gotûbêjek pêk anî. Ruhî da zanîn ku belgefîlmê di 10 salan de qedandiye û anî ziman ku ji bo bîra civakî zindî bimîne, xebatên bi vî rengî xwedî girîngiyeke mezin in. Li ser pirsa Ruhî, ya wekî ‘Fîlim çawa bû?’, temaşevanan demeke dirêj li çepikan xist. Ev bû fîlmê ku di 2’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Onat Kutlar de herî zêde eleqe dîtin.


Fotograf: Hazal PEKER


Kamera: Zehra DOGAN


(zd/hp/xo)