Rewşa nûçegihana me Şehrîban Aslan di xeteriyê de ye

16:04

JINHA


RIHA - Di saetên serê sibê de hêzên çevîk, leşker û polîsan bi ser konê berxwedê yê gundê Ziyaretê de girtin û di encama serde girtinê de cîsimeke ne diyar li ser ê nûçegihana me Şehrîban Aslan ket û bi giranî birîndar bû.


Di saetên serê sibê de hêzên cêvîk, leşker û polîsan bi ser konê berxwedanê yê gundê Ziyaretê de girtin û êrîşî girseyê kirin. Di encama êrîşê de cîsimeke ne diyar li serê nûçegihana me ya JINHA Şehrîban Aslan ket û bi giranî birîndar bû. Nûçegihana me ku sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê hat kirin, bi guman ku serê wê de dibe şikênandin hebe, sewqî Rihayê hat kirin. Şehrîban ku di dema sewq kirinê de vereşiya, ji bo demekê hat razandin. Şehrîban ku rakirin beşa lezgîn, rewşa wê ya jiyanê di xeteriyê deye.


(mg)