Gelê Wanê Şoreşa Kobanê pîroz kir

17:00

JINHA


WAN- Bi boneya 2'yemîn salvegera Şoreşa Rojava li  Cadeya Cumhuriyetê konê "Berxwedana Kobanê" ku hat vedan, rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Hevşaredarê HDP'a Wanê Harun Okay ji gel re axivî û diyar kir  ku bingeha azadiya Rojava ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye avêtin û bang li her kesî kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin.  


Bi boneya 2'yemîn salvegera Şoreşa Rojava welatiyên ku li sê qasên cuda yên Wanê kom bûn, bi berzkirina dirûşmeyên "Her der Kobanê ye û her der berxwedane", "Bijî Serok Apo", "Dê Rojava ji DAIŞ'ê re bibe goristan" meşiyan. Meş heyanî konê 'Berxwedana Kobanê' ya li Cadeya Cumhuriyetê berdewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokê HDP'a Wanê Harun Okay ji gel re axivî û diyar kir  ku bingeha azadiya Rojava ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye avêtin û bang li her kesî kir ku xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin. Harun da zanîn ku bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser Şoreşa Rojava heye û wiha got: "Ruhê azadiya berxwedana 14'ê Tîrmehê hîna her roja ku diçe belav dibe. Îro gel, jin, zilam, ciwan, pîr û kalên Rojava bi berxwedana şoreşa 19'ê Tirmehê re carekedin ruhê 14'ê Tîrmehê zindî û pratîze kiriye."


'Bi têkoşînê gav bi gav ber bi azadiyê ve'


Piştî Harun Hevserokê DBP'a Wanê Musa Îtah jî axivî û diyar kir ku gelê kurd bedelên gelek mezin daye. Îtah destnîşan kir ku di saya têkoşîna gelê kurd de, ew gav bi gav ber bi azadiyê ve diçin. 


Polîsan êrîşî pîrozbahiyê kir


Piştî axaftina Musa şahî bi pêşandana sînevîzyon, derketin hunermend Hemê Hecî ya ser dikê û berdana fîşekên hewayî berdewam kir. Di domandina pîrozbahiyê de, komek ciwan xwestin heyanî Cadeya Karabekir a Kazim bimeşin lê polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Pevçûnên di encama êrîşên polîsan de derketin, heya derengiya şevê dom kir.


(bs-be/dc)