Ji konê berxwedana Şaxê têbinî…
11:49
Beritan Elyakut - Berîvan Sumer / JINHA
WAN - Berxwedana gel ya li Xumara Şaxa Wanê ya li hemberî çêkirina qereqol kalqol û çêkirina bendavan di roja 53’yemîn de berdewam dike. Gel ji 7 salî heta 70’ê salî piştgiriyê didin çalakiya berxwedanê. Welatiyên ku konê berxwedanê de roj li ber tavê, şev jî li ber sermayê çalakiya xwe didomînin û bi jiyan komunal ya avakirine bi biryarin ku çalakiya xwe bidin berdewam kirin.
Berxwedana gel ya li Xumara Şaxa Wanê ya li hemberî çêkirina qereqol kalqol û çêkirina bendavan di roja 53’yemîn de bi hemû heybeta xwe berdewam dike. Li cihê kon lê hatin vedan ciwan ketin û derketinan kontrol dikin û ciwanan girên nêzî konê alên YPG’ê, HPG’ê û PKK’ê daliqandin. Çalakiya ku bi konekê hat despêkirin ji ber tevlibûna gel hêjmara kon zêde dibe.
Şaredariya DBP’a Şaxê ji bo welatiyên di konde ava vexwarinê dibin û xwarin jî ji aliyê komuna hatiye avakirin tên pêşwzîkirin. Konê berxwedanê ji aliyê welatiyên Wanê ve tên ziyaretkirin. Di konê berxwedanê de dayik û kal balê dikişînin.
‘Dixwazin gel bixin dibin kontrolê de’
Di konên ku ciwan lê dimînin de nîşan tên kirin û perwerde tên dayîn. Mijara nîşan û giftoguyên ciwanan berxwdena Kobanê û ji bo berxwedan bihije serkeftinê tiştên ku bên kirin ne. Her wiha ciwan parêznameyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwînin û nişan li ser dikin. Di kon de her hefte nobet tê dewirgirtin. Di 18’ê Tîrmehê de Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê û DBP’a Westanê dewir giritin. Ciwanekî ku di nokteya kontorlê de nobetê digire diyar kir ku ji ber êrîşên leşkeran ew zehmetiyan dikişînin û dixwazin gel bixin dibin kontrolê.
'Qereqol gef li jiyana gelan dixwin’
Berxwedêrên konê diyar kirin ku çêkirina qereqol gef li jiyana zarok, jin û hemû gel dixwin û wiha gotin: “Vekirina pêşiya azadiya Ocalan di destê me gel deye. Ev qereqol ji bo pêşî li azadiya Ocalan û ji bo texrîpkirina xwezayê tên çêkirin. Berxwedêran dan zanîn ku ger li hemberî tevgerên leşkerî gel berxwedanek mezin li darnexin dê çêkirina qereqol bi leztir bibin û bang li gel kirin ku bi hestiyarî tevbigerin.
Berxwedêran destnîşan kirin ku hikûmeta AKP’ê bê samîmiyet li hemberî pêvajoya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan beriya salekê daye despêkirin tevdigere û wiha gotin: “Hikûmet heta niha bi awayekî samîmî nêzê pêvajoyê ne bû. Di civakê de rola bingehîn dikeve ser milê jin û ciwanan, ji ber vê yekê divê em şêweyê çareseriyê xwe awayek demokrat bidin domandin. Li Rojava xweseriya demokratîk tê pêşxistin, ji ber vê hemû hêz dixwazin şoreşa li wir têk bibin û êrîş dikin. Gelê Rojava rabûn ser piyan ji ber wê çalakiya konên nobetê ji wê cuda girtina dest nayê pejirandin. Serokatî vîna gelê kurde û kesek nikare vîna gel dîl bigire. Serok Apo dê azad bibe û em jiyanek bê serok qebûl nakin.”
(mg)

