Dermankirina nûçegihana me Şehrîban Aslan berdewam dike
12:44
JINHA
RIHA - Duh di saetên sibê de leşker, polîs û hêzên taybet êrîşî konê berxwedanê yê li gundê Zaretê kirin û di encama êrîşan de nûçegihana me Şehrîban Aslan bi cisma kul i serê wê ket birîndar bû. Hat ragihandin ku dê îro filma serê Şehrîban bê kişandin.
Duh serê sibê leşker, polîs û hêzên taybet êrîşî konê berxwedanê yê li gundê Zareta Pirsusê hatin vedan kirin. Di dema êrîşan de nûçegihana me Şehrîban Aslan bi cisma ku li serê wê ket birîndar bû, rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê.
Şehrîban ji berk ku talukeya ku serê wê şikestiye bi ambulansê rakirin nexweşxaneya Rihayê. Şehrîbanan ku sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Rihayê kirin dê filma serê wê bê kişandin. Hat ragihandin ku piştî filma serê wê hat kişandin ger rewşa wê baş bibe dê ji beşa lezgîn bigirin odeya normal.

