Gelê Wanê êrîş bi meşekê şermezar kirin

12:49

JINHA


WAN - Gelê Wanê êrîşên leşker û polîsan ên li hemberî konê berxwedanê yê li Pirsusê ku ji bo êrîşên çeteyê  DAIŞ’ê yên li ser Kobanê şermezar bikin hatibûn vedan bi meşekê şermezar kirin.


Gelê Wanê êrîşên leşker û polîsan ên li hemberî konê berxwedanê yê li Pirsusê ku ji bo êrîşên çeteyê  DAIŞ’ê yên li ser Kobanê şermezar bikin hatibûn vedan duh şev li ber kona “Ji bo Ocalan Azadî” ya li ser kolana Cumhuriyetê hatin gel hev û bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana YPG", "Bijî Serok Apo" ve "Bê Serok jiyan nabe" heta parka Feqiyê Teyram meşiyan.


Di meşê de endamên DBP’a Wanê Serokê HDP’a Wanê Harun Oktay, endamên PM’a DBP’ê Ramazan Yildiz û hevşaredarê Îpekyoluyê Veysel Keser û bi sedan welatî amade bûn. Piştî meşê serokê DBP’a Wanê Musa Îtah daxuyanî da û diyar kir ku  19 Tîrmehê ji bo kurdan dîrokek gelek girînge. Îtah da zanîn ku gelê ku dibin zextên rejîmê de bi derxwedanek mezin şoreşek avakirin.


 'AKP’ê îtifak bi şeytan re kiriye’


Îtah diyar kir ku ew êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gelê Rojava şermezar dikin û wiha got:” Gelê me yê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li Pirsusê konên nobetê vedan rastî êrîşên polîs û leşkeran hatin. Ev êrîş diyar dike ku DAIŞ AKP’ye û AKP jî DAIŞ’e. AKP’ê îtifak bi şeytan re kiriye. Emê têkoşîna xwe ya li hemberî vê bilindtir bikin. Bedela wê çi dibe bila bibe em ê di riya azadiyê de bimeşin. Em bang li gel dikin ku xwedî li berxwedan Kobanê derkevin.


Piştî daxuyanyê dirûşme hatin berzkirin û girse belav bû.


(dc)