DOKH’ê li Erdîşê çalakiya kon bi dawî kir
13:55
JINHA
WAN – Hevparên DOKH çalakiya konê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Parka Zîlanê dabûn despêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî kirin. Aktivîsta DOKH’ê Derya Koç, balkişand ser piştgirya gelê Erdişê ya konê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye vedan û wiha got: “Di çalakiya ku me bi ruhê 19 Tîrmehê de da despêkiri, jin li Erdîşe xwedî li Serokê xwe derketin. Em hêzên tarî yên ku dixwazin berdewana gelê me bi fetisînin şermezar dikin.”
Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevparên DOKH’ê di çarçovaya kampanyaya “Jin ji bo Rêbertî û azadiya xwe di çalakiyan de ne” li Parka Zîlanê ya li Erdîşa Wanê çalakiya konê dabûn despêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî kirin. Di daxuyaniya kul i ber konê hat dayîn de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyle Şaylemez û wêneyê gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci k udi sala 1996’an de li Dêrsîmê bi çalakiya fedayî jiyana xwe ji dest da hatin daliqandin.
Di daxuyaniyê de hevparên DOKH’ê serokên DBP’ê û HDP’ê yên Erdişê û gelek welatî amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Aktivîsta DOKH’ê Derya Koç, daxuyanî xwed. Derya, diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sedan îmze hatine kom kirin.
‘Gel di riya Serokê xwe deye’
Derya, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di çalakiya ku me bi ruhê 19 Tîrmehê de da despêkiri, jin li Erdîşe xwedî li Serokê xwe derketin. Jin bi bangawaziya Serok Apo ya ji bo berxwedana Kobanê bi ruhê seferberîyê tevgeriyan û xwedî li berxwedane derketin. Em hêzên tarî yên ku dixwazin berdewana gelê me bi fetisînin şermezar dikin. Em ji vir bang dikin ku bila her kes bizane gel di riya Serokê xwe deye.”
Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmên “Jin Jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Em di riya Rêberê xwe de ne” berzkirin û çalakiya konê bi dawî kirin.
(zt)

