Ji bo PKK’iyên jin yên ku jiyana xwe ji dest dane mewlûd hat dayîn

09:40

JINHA


STENBOL - Meclîsa Jinên HDP’ê ji bo endamên PKK’ê Aynur Gumuş (Canda), Suna Ozdemîr (Roza Semsur), Şukran Gulsul û Ebru Muhîkanci (Eylem Ararat) ku di şerên demên cuda de jiyan xwe ji dest dane mewlûd dan.


Meclîda Jinên HDP’a Başakşehîrê ji bo endamên PKK’ê Aynur Gumuş (Canda), Suna Ozdemîr (Roza Semsur), Şukran Gulsul û Ebru Muhîkanci (Eylem Ararat) ku di şerên demên cuda de jiyan xwe ji dest dane mewlûd dan. Di mewlûdê de Endamên Meclîsa bajar yên HDP’ê û endama Kongreya Islama Demokratîk (DIK) Suheyla Înan amade bûn.


Mewlû bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Di mewlêudê de Endamên Meclîsa bajar yên HDP’ê û endama Kongreya Islama Demokratîk (DIK) Suheyla Înan axivî. Suheyla diyar kir ku li Rojhelata Navîn dibin navê îslamê de gel qetil dikin, ev şerma herî mezine û wiha got: “Îslamiyet ji bo zilmê li kesan bike derneketiye, yên ku li hemberî xwîna tê rijandin bêdeng dimînin hevkarên van qetlîamanin.”


Piştî axaftinan duay bi kurdî hatin kirin û îftar hat dayîn.


(zt)