Di nava şer de dixwazim stranên xwe jî bêjim

13:05

Tekoşîn TEKÎN - Asiye TEKÎN /JINHA


KOBANÊ - Hunermend Nêrgiz Hewravan dema ku xebatên muzîkê bi rêveber dibir tevli YPJ’ê bû lê dest ji stran gotinê berneda hêj stranên şoreşgerî dibêje. Nêrgiza ku di êrîşê de ji lingê xwe birîndar bû axivî û wiha got: “ Dema min di nexweşxanê de tedawî didît min stran jî di got. Min xwest wek YPJ’î bibin mînak. Min nîşanda ku ez hem dikarin şer bikim, hem dikarim bibim şervan, hem jî dikarim bibim hunermend.”


Gelê Rojava ku li hemberî êrîşên DAIŞ’yên wehşî têkoşînek mezin didin, ciwanên rojavayî jî tevli nava refên YPG û YPJ’ê dibin. Ji 19’yê tirmehê û şûnde ku ciwanên rojavayî têkoşîna azadiyê didin şerê ku li hemberî çeteyan didin berdewam dike. Nêrgiz Hewravan (15) ku li Navenda Çanda Muzîkê ya Rojava xebat dida meşandin yek ji jinên ciwane ku li hemberî êrîşên DAIŞ’ê beşdarî nava YPJ’ê bûye. Nêrgiz di zarokatiya xwe de stranên şoreşgeriyê dibêje, lê belê ji ber şer dest ji xebatên muzîkê berda û tevli nava YPG’ê bû lê di eniyên şerde jî stranên şeroşgerî dibêje. Nêrgiz ku di encama şer de ji lingê xwe birîndar bû stranên şoreşê çêdike.


‘Ez hestên xwe bi stranan vedibêjim’


Nêrgiz dibêje ku ew hestên xwe bi stranan vedibêje û wiha got: “ Gelê kurd tune tê hesibandin. Dibêjin tirk û ereb hene, lê kes nabêje kurd hene. Dema ez zarokbûm ez pir difikirîm û min ev yek ji xwe dipirsî. ‘Çima herkes dixwaze kurdan tune bike’ dema ku ez li ser van fikiran hûrbûm min dît ku dixwazin dixwazin yên heqsiziyê ji holê rabikin tune bikin li ser vê bingehê min fikrên xwe kirin stran û min dest bi nivîsandina staranên şoreşgerî kir.”


‘Ez ji bo welatê xwe bi parêzim tevli YPJ’ê bûm’


Nêzgiz dibêje ku dema ew stranan dibêje yên ku wê guhdar dikin digirîn û wiha axivî: “Ez staranên xwe ji dil û can dibêjim. ‘Di gotin min dema ku mezin bibî tuyê bigihîjî cihên girîng.’ Ez mezin bûm û Şoreşa Rojava destpê kir. Çeteyan êrîşî ax, namûs û şerefa gelê kurd kir. Ez jî ji bo welatê xwe ji êrîşên çeteyan bi parêzim tevli nava YPJ’ê bûm. Hedefa min a sereke azadkirina jinê bû.”


‘Min di tedawiyê de stran got’


Nêrgiz ku piştî perwerdehiya YPJ’ê di pêvçûnê de birîndar bibû û ev tişt anî ziman: “Dema ez birîdarbûm ez rakirim nexweşxaneyê. Min li nexweşxaneyê di dema tedawiyê de staran digot. Min xwest weke YPJ’î bibim mînak. Min nîşanda ku ez hem dikarin şer bikim, dikarim bibim şervan, hem jî dikarim bibim hozanvan. Weke jinek kurd çi ji destê min were ezê bikim. Dema ez birîndarbûm ez fikirîm ezê çawa bi mehan rawestim lê min sebir nedikir. Min dixwest ez başbim û dîsan biçim gel hevalên xweyên ku me bi hevre şer dikir şer bikim. Ez dixwazim dema ez şer dikim stranên xwe jî bêjim.” Nêrgiz herî dawî bang li tevayî gelê kurd kir ku piştgirî bidim têkoşîna azadiyê ya ku li Rojava tê meşandin.