Li hemberî xizaniyê têdikoşe
14:25
Derya Ceylan / JINHA
AMED - Li Amedê her jinek di nava şert û mercên xedar de têkoşîna jiyanê dide. Bi hezaran jin ji zarokatiya xwe ve li hember çerxa dagirkeriyê ji bo ku li piya bimînin bi xizaniyê re di nava têkoşînê de ne. Yek ji wan jî Newroz Demîra ku 23 salî ye. Newroz di 7 saliya xwe de li kolanên Amedê dest bi firotina simît, şîraniyê kiriye, şekal boyax kirine û bi vî awayî ji debara malbata xwe re bûye alîkar. Newroz der barê vê yekê de wiha dibêje: “Ji ber rewşa malbatê ji neçarî min tenê dibistana seretayî xwend. Dema min dixwend jî dixebitîm. Ji ber vê yekê ez nizanim zarokatî tiştek çawa ye.” Newroz dibêje ku ew bi xwişka xwe re debara malbata xwe ya ji 10 kesan pêk tê dikin û wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Ji ber bavê min ji kezeba xwe nexweş e nikare bixebite. Birayê min jî ji ber nexweşîna çavan nikare ji mal derkeve. Ji ber vê yekê ez û xwişka xwe debara malbatê dikin.”
Newroz niha di fabrîqeyeke ku plakayên sar û germiyê asteng dikin hildiberîne de dixebite. Ligel şert û mercên zehmet yên vê xebatê jî Newroz dibêje ku ew ji hilberîneriyê kêfxweş dibe û wiha pê de diçe: “Heya hêza min hebe ez ê bixebitim. Birina nanekî ji bo malbatê jî min kêfxweş dike. Kêfxweşî ji bo min kêfxweşiya malbatê ye. Ji ber vê yekê jî ji zarokatiya xwe ve ez dixebitim û li malbata xwe dinihêrim. Ev karê ku ez dikim mêr bixwe jî pir zehmet dikişînin ji ber wê naxwazin bikin. Zor e lê ez dîsa jî dikim. Divê mirov li hemberî xizaniyê têbikoşe û ez jî heya îro têkoşiyam.”
Newroz li gelek kargehan di binê asgarî de heqdesta xwe girtiye û ji ber vê yekê dizane bê dagirkerî tiştekî çawa ye. Der barê vê yekê de Newroz wiha dibêje: “Li gelek cihan ji ber ku armanca min debara malbatê bû min li mafê xwe nedipirsî. Lewra tirsa ji karavêtinê hebû. Lê îro ez dizanim heqdesta asgarî, ewlehiya tenduristiyê çiye û ji ber vê yekê jî di vî karê ku ez dikim de heqdesta asgarî digirim. Dîsa sîgorteya min jî heye. Ji bilî van cihê ku mirovan didin xebitandin keda karkeran dagir dikin.”
(zt)

