‘Meclîsa Jinan a HDK’ê dê bibe navnîşan’
10:31
Pinar Aytekîn/ JINHA
ENQERE – Ji Meclîsa Jinan a HDK’ê Gulîstan Aydogdu, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Meclisa Jinan a HDK’ê û diyar kir ku Meclîsa Jinan HDK’ê ji bo jinên Tirkiyeyê dê bibe navnîşaneke hevpar û dê bibe dengê hemû jinên Tirkiyeyê.
Ji Meclîsa Jinan a HDK’ê Gulîstan Aydogdu, got ku Meclisa Jinan a HDK’ê di nava HDK’ê rêxistinbûneke xweser avakir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin di nava HDK’ê dê rêxistinbûnêke xweser avakir. Hemû biryarên xwe bi xwe dide. Xebat, çalaki û avakirina polîtîkayên ji bo jinê bi xwe plansazî dike û birêvedibe. Her wiha ji sedî 50 kotaya jinê li hemû qadên xebatê yên HDK’ê de tê pratîzekirin. Li her qadê de xwedî li mafê axaftin û biryara ne. Xebat li ser esasê dildariyê pêk tê.”
‘Mijarên esasî hatin hilbijartin’
Gulistan, di axaftina xwe de bal kişand ser tevlibûna xwe ya HDK’ê û got ku salek nîqaş dom kir. Gulistan wiha qala destpêkirina rêxistinbûna Meclîsa Jinan a HDK’ê kir: “Nîqaşên me nêzî salekî dom kir. Di pêvajoya nîqaşan de yekemin civîn li Stenbolê pêk hat û ya duyem jî li Enqerê pêk hat. Di nîqaşan de li sen hin mijaran hat rawestandin biryarên hevpar hatin girtin. Mijarên esasî; şîdeta dewlet û malbatê ya li hemberî jinê, polîtîkayên li hemberî jinê, li dijî şer, veguhertina bajarvaniyê, xizanî, hêza kar a bê heqdest, nêditina keda li malê, mîlîtarizim, şovenizm, nîjadperstî, kedxwarî, ranta siyasî û aborî bû. Li hemberî van mijarên ku derketî holê jin dê têkoşîneke çawa bide nêrînên xwe anîn ziman û plansaziyek derxist.”
Ciherengiya HDK’ê
Gulistan, destnîşan kir ku gelek rengên cûda di nava HDK’ê hene û wiha axivî: “Ji bo her gelê dixwaze polîtîka biafirîne. Jinên ku endamên saziyê jî jinên serbixwe jî di nava meclîsê de cih digirin. Ji bo me tişta herî girîng jin bi xwe ye. Pirsgirêkên jinan pirsgirêkê me ye. Gelek rêxistinên cihereng di nava xebatên me de cih digirin. Her wiha hemû jinên ku di nava HDK’ê de cih digirin tecrûbeyek van heye. Jinek tenê nikare tiştek bike lê dema bi rêxistin bê dê bêtir xwe xurttir bike.”
‘Hevdu femkirin girîng e’
Gulistan, got ku taybetiya Enqerê heye û wiha got: “Em li Enqerê dijîn. Enqere bajareke cuda ye. Jinên Enqerê hewldan, nêzîkatî û xebatên xwe bi Platforma Jinên Enqerê birêvedibin. Di nav platformê de gelek rêxistin, sazî û dezgehên sivîl, femînist, kesên trans, lezbiyen heye. Demek dirêje bi hevre dixebitin. Ev tişt ji bo Meclîsa Jinan a HDK’ê jî girîng e. Ji bo fêmkirin û hevparbûnê dem hewceye. Lê ev tişt ne zehmet e. Cend cudabûn zêde be ev qas renginî derdikeve holê, berhem jî xurt dibe. Ji bo polîtîkayeke xurt, cihereng û bibe bersiva hemû kesan hewceye ku di her gelê û her qadê jin tevli meclîsa jinan bibin.”
‘Navnîşana hevpar’
Gulistan, got ku bi rastî çend reng, ziman, ol û netew cudabe jî nasnameyek tene heye û ev jî jinbûn e. Gulistan, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Jin li her qadê rastî cudakariya cinsî, şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirinê re rû bi rû dimînin. Mijarên bi vî rengî mijara me hemûyane. Meclîsa Jinan HDK’ê ji bo jinên Tirkiyeyê dê bibe navnîşaneke hevpar. Meclîsa Jinan a HDK’ê dê civînên xwe yên xweser dê li her bajarê pêk bîne û dê bibe dengê hemû jinên Tirkiyeyê.”
(pa/la)

