Çalekiya Meskan ranawesite
12:15
Bêrîtan ELYAKUT – Berîvan SUMER / JINHA
WAN - Çalekiya berxwedanê ya Meskanê ku li hemberî qereqol,kaleqol û bendavan dest pê kiribû berdewam dike. Jinên ku çalekiyê didomînin diyar dikin ku helwesta hukûmetê hê jî ji aştiyê dûr e û ji hemwelatiyan xwestin ku her kes li vê çalekiyê xwedî derkeve. Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Rukiye Aslan diyar kir ku xwedîderketina li vê çalekiyê qels e û wiha got: “Ger em bibin hêz tu kes nikare tiştekî bike. Hêz di destê gelê kurd de ye; lê mixabin gelê kurd li hemberî vê yekê hesas tevnagere. Ji ber vê yekê ez bangewazî li gelê kurd dikim ku li ser esasên yekîtiyê tevbigerin. Bila van qadan vala nehêlin.”
Rukiye bi bîr xist ku çalekiyên kona û Şoreşa Rojava ji hev ne cuda ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ji bo em piştgiriyeke xurt bidin Şoreşa Rojava em çalekiyên kona bi hêz bikin. Dibe em ne li Rojava bin lê hişê me, dilê me, ruhê me li wir e. Ger ciwanekî me şehîd bikeve ji kezeba dayikan perçeyek qut dibe. Em dayik û jin bi hêza xwe zanibin û li hêza xwe xwedî derkevin tu kes dê nikaribe i me.”
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Leyla Duman ku dayikan wek dayikên berxwedan û aştiyê bi nav dike jî wiha got: “Divê gelê kurd destê xwe deyne ser wijdanê xwe û rabe ser piyan. Em bang li dayikên cerdevanan, polîs û leşkeran jî dikin; bila li gel me cihê xwe bigirin. Em bi hev re aştiyê tesîs bikin. Em mil bidin hevdu û aştiyê qîr bikin.”
Dayika Aştiyê Kewê Işik jî diyar kir ku dewlet li her derî qereqol û kaleqolan ava dike û bi vê yekê di nava amadekariyên şer de ye. Işik got ku heya damleyek xwîn di laşê wan de hebe dê ew ji bo aştiyê têbikoşin.
(zt)

