Kinçên herêmî dê li Dêrsimê bên firûtin
12:17
Tekoşîn TEKÎN / JINHA
AMED - Kooperatîfa Jinan a Rezanê ku dibin banê şaredariya Rezan a Amedê de faaliyetên xwe dimeşîne, kinçên herêmî yên ku dirûtine û çenteyên ku bi dest çêkirine, dê li Dêrsimê bifiroş in.
Jinên ku li atolyeya Kooperatîfê kincên ku dirûtine û çenteyên ku çêkirine, dê di navbera 31’ê tîrhem û 3’yê tebaxê de, di 14’emîn Mîhrîcana Çand û Xezayê ya Munzurê de bifiroşin. Yek ji rêvebera Kooperatîfê Nazmiye Ozel diyar kir ku ev cara yekêye ew ê berhemên xwe bibin mîhrîcanê. Nazmiye anî ziman ku Mîhrîcana Çand û Xezayê ya Munzur xwedî girîngiyeke pir mezin û wiha axivî: “Ji her devera cîhanê mirov tên mîhrîcana Dêrsimê.”
Nazmiye da zanîn ku bi mahane amadekariyeke wiha dikin û wiha got: “Ji derveyî gelê Dêrsimê, dê kesên ku ji dervede jî bên mîhrîcanê, dê berhemên me bibînin. Ji bo ku hemû kes karibin berhemên me bikirin, em ê ji wan re bibin alîkar. Ji ber ku em li Amedê karê xwe didin meşandin, ji bo vê yekê berhemên me tenê bi Amedê re bi sînor dimîne. Ji ber vê yekê derketina derveyî ji bajar, dê bandorê li ser aboriya kooperatîfa me bike. Armanca me ew ku em berhemên xwe li tevahiya cîhanê bidin nasandin.
(zt)

