Komeleya Sarmaşikê li dijî feqîrtiyê têdikoşe
13:45
Şehrîban ASLAN / JINHA
AMED - Komelaya Sarmaşik ku bi piştgiriya 32 rêxistinên civaka sivîl, rêveberiyên herêmî û karmendan di sala 2006’an de hat vekirin, di çarçoveyeke mezin de ji bo gel xizmentê dike. Ev heşt sale xebatên xwe yên der barê jin, zarok û ciwanan didomen.
Armaca avakirina Komeleya Sarmaşikê ya destpêkê, piştgiriyê bide malbatên feqîr ên sala 1990’an de ji ber zilm û zextên dewletê koçber bûyîn, bike. Komele heya roja îro li Amedê xwe gihandiye gel malbatên feqîr. Endama Komeleya Sarmaşikê Dîlek Akkuş der barê xebatên xwe de axivî û diyar kir ku ew xebatên xwe di çarçoveyeke pir berfireh de didomîn in.
Dîlek da zanîn ku heya roja îro 4 hezar û 300 malbatî serî li komeleya wan dane û wiha got: “Di nava serîlêdanên ku hatine kirin de ji sedî 94 jê jin in. Jin li gorî hinek krîteran serî li komeleya me didin. Jinên ku hevjînê xwe berdane, hevjînên wan di girtîgehê de ne û yên hevjînê wan mirîne serî li me didin. Em li van jinan negeriyane, wan bixwe serî li me dane. Li ser agahiyên ku jin der barê xwe de didin me, em ji wan re dibin alîkar û pêdivîyên wan derbas dikin.
Pırsgırêka bırçîbûne
Dîlek destnîşan kir ku bi feqîrtiyê re pirsgirêka birçûbûnê jî destpê dike û wiha bi lêv kir: “Tenê li Amedê nêzî 30 hezar kes bi birçûbûnê re rû bi rû ne. Li ser pirsgirêka biçûnê neyê sekinandin. Birçûbên bi demê re bandoreke mezin li ser civakê dide avakirin. Divê li ser vê yekê bê sekinandin.
Dîlek da xuya kirin ku ew li gel piştgiriya aborî, piştgiriya manewî jî didin kesên ku serî li wan didin û wiha domand: “Em li gorî pirsgirêkên jinan tevdigerin. Ji bo jin, zarok û ciwanan me projeyên cuda xistin meriyetê. Li gel alîkariya xurekê, ji bo perwerdeya zarokan, karkirina jinan me kursên pişeyî û atolye vekirin. Xebatên me dê bi vê yekê re jî bi sînor nemînin. Ji ber ku ji bo demê pêş projeyên me yên cuda hene.
Dîlek ragihand ku ji bo ku têkiliya wan a bi jinan re qût ne be pir hesas tevdigerin û wiha bi dawî anî: “Kartên ku em didin jinan, dîroka ku bên alikariya xwe bigrin heye. Jin jî di wê rojê de tên û bankaya xurekê dan û standinê xwe dikin.”
(zt)

