Di qada çandiniyê de ji sedî 95 jin bê qeyd dixebitin

10:35

 


Eylem Daş /JINHA


STENBOL –  Endama Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran Neslîhan Karatepe, diyar kir ku li Tikiyeyê hejmara jinên ku karkeriya demsalê dikin zêde ye. Neslîhan, got ku ji sedî 95 jin bê qeydi nav mercên ne baş de dixebitin.


Endama Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran Neslîhan Karatepe, diyar kir ku di qada cotkariyê de jî newekheviya di navbera jin û mêran de gelek zêde ye. Neslîhan, da zanîn ku bêtir jin di qada cotkariyê de ked dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin herî zêde di qada cotkariyê de hatiye îstihtamdkirin. Xebata di qada cotkariyê de zehmet e. Her wiha jin hem li qada cotkariyê de û hem jî li malê karkeriyê dikin. Ji ber vê jî ji bo jinan cotkarî wekî karê malê tê dîtin û wisa tê şîrovekirin.”


14 saatan bê navber dixebitin


Neslîhan Karatepe, di axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêka karkerên demsalê û da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî girîng karkeriya demsaliye. Neslîhan, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Her tim rûmeta karkerên demsalî tê şkandin û di  nav şert û mercên ne baş de dixebitin. Jinên ku karkeriya demsalê dikin, li zeviyan 14 saetan dixebitin û piştî ku berê xwe didin konên xwe, karê rojanê yên malê re mijûl dibin. Mesai ji bo jinan qet naqede. Xwedikirina zarokan, çêkirina xwarinê û hwd. Jinên ku karkeriya demsalê dikin neçarin ku ava vexwarinê bînin, ev tişt wekî wezîfeya jinê tê dîtin. Ji ber ku di nava şert û mercên nebaş de dixebitin bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi  rû dimînin. Her wiha psîkolojiya gelek jinan ji ber şert û mercên bi vî rengî xirab dibe.”


Li Tirkiyeyê ji sedî 95 jin bê qeyd dixebitin


Neslîhan, got ku ku bi taybetî hejmara mirovên ku bê qeyd dixebitin zêde ye, lê hêjmara jinê bêtir zêde ye. Neslîhan, daxuyand ku karkerên malê yên bê qeyd dema karkeriya demsalê dikin jî bê qeyd dixebitin. Neslîhan, wiha nêrînên xwe ya derbarê xebata bê qeyd de anî ziman: “Dema bav û hevser bi sîgorte bixebitin, ne hewceye jin bi sîgorte bixebite. Serdestiya cinsiyeta civakî li vî qadî jî li pêş e. Li Tirkiyeyê qanûna kar a karkerên cotkariyê nîne. Tenê li gorî qanûna kar a 4857’an heke karmend 50 karkeran zêdetir karker bide şixûlandin wekî kargeh tê dîtin. Lê ji sedî 95 jin bê qeyd dixebitin. Her wiha giştîbûna Qanûna Sîgortaya Tenduristiya Giştî ya 5510’an her tim tê nîqaşkirin.”


‘Newekheviya di  navbera heqdestan’


Neslihan, destnîşan kir ku newekheviya ucret û karbeşî ya di navbera jin û mêran de ji ber bandora zîhniyeta cinsiyeta civakî pêk tê û wiha axivî: “Li gorî daneyên Dezgeha Îstatîskê ya Tirkiyeyeyê (TUİK) di sala 2011’an de jin 748,14, mêr jî 1021,76, heq dest digirin. Li gorî sala 2010’an tene 16 tl heqdestê jinê û 100 tl heqdestê mêr hate zêdekirin. Karkerên demsalê yên mêr rojê 38.41, jin jî 28.52 heqdest digirin. Çend jin heqdesteke kêm bigirin jî li gorî mêran zêde dixebitin, ked didin û di şert û mercên ne baş de dixebitin. Jin tu carî dema xwe de nikare heqdestê xwe bigire, gelek caran heqdestê jinê didin bav, bira û hevserên van. Mafê axaftinê ya jinê nîne.  Li Tirkiyeyê nêzî 2 milyon jin bê qeyd dixebitin û wekî karkerên malê tên dîtin. Ked û xebata jinê  her qadê li vî qadê jî nayê dîtin. Ev tişt tê wateya jin li qada cotkariyê nayê dîtin û bi xizaniyê re rû bi  rû dimînin.”


‘Tenduristiya jinê têk diçe’


Neslîhan, got ku ji ber ku jin di  nav şert û mercên ne baş de dixebitin tenduristiya van jî têk diçê, bi gelek nexweşiyan re rû bi  rû diminin û wiha dawî li axaftina xwe anî. Li hemberî ewlehiya kar heta niha tedbiret nehatiye girtin. Ji sedî 23 jin nexweşê fitiqa pişte, ji sedî 20 jin ji ber ku li ber tavê dimînin bi nexweşiya tansiyanê û ji sedî 18 jin jî  nexweşiya bayê re rû bi rû dimînin. Ji ber ku madeyên kîmyevî di cotkariyê de tê bikaranîn nexweşiya cerm û di danûstendina bêhnê de pirsgirêkan dijîn.”


(ed/la)