‘Em îro mêvanên Sakîneyê ne’
16:44
JINHA
DÊRSIM – Li Dêrsimê bi hezaran jin bi dirûşma "Ji Rosayan heta Sankîneyan riya we riya me soza we soza me ye" û "Em dê bi rêxistinbûnê berxwe bidin û bi berxwedanê qezenc bikin" civiyan. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, diyar kir ku îro bûne mêvanên Sakîne yê û wiha got: “Em îro mêvanên heval Sakîneyê ne. Hevala Sakîne, binere, li vir berxwadanek heye. Em carek din soz didin heya civakeke azad, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
11 bajaran jin serê sibê li Dêrsimê gihiştin hev û li ber avahiya Nexweşaneya Dewletê heta qada Seyîd Riza bi dirûşmên "Ji Rosayan heta Sankîneyan riya we riya me soza we soza me ye" û "Em dê bi rêxistinbûnê berxwe bidin û bi berxwedanê qezenc bikin" meşiyan.
Jin bi cilên kurdewarî tevli mîtîngê bûn. Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û pankartên "Guleyê hatin lêdan li aştiyê hatin xistin", "Destên dirêjî aştiyê dibin bişkên bila kiryar bên dîtin" û "Em dê bi rêxistinbûnê berxwe bidin bi berxwedanê em dê têkoşîna jinê bilind bikin soza we soza me riya we riya me ye." hatin vekirin, dowîzên "Dest nede bedenê min", "Sakîne, Leyla, Fîdan di me de ne", "Em aştiyê dixwazin", "Ji operasyonên leşkerî re na", "Ji qirkirina jinê re na" û "Dest nede vîna min" hatin hilgirtin û sloganên "Rêheval Sakîne nemir e", "Şehîd namirin" û "Dêrsîm ranekve xwedî li şehîdê xwe derbikev" berzkirin. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Hevseroka EMEP'ê Selma Gurkan û 15 dayikên Roboskê tevli meşê bûn.
‘Em îro daketin qadan’
Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku hûn bi xêr hatin Amed, Mêrdîn, Sêrt, Dêrsim, Êlih. Edîbe, da zanîn ku em li ber Sakîne, Fîdan û Leylayê bejna xwe ditevînin û silavên xwe girtiyên azadiyê re dişinin. Edîbe, destnîşan kir ku îro 8’ê Adarê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro 8’ê Adarê ye û em li qadanin. Em ji ber têkoşîna nasnameya xwe em tên girtin, dema em bi zimanê xwe diaxifin rastî zordariyan tên. Em jin dê bi rêxistinbûna xurt dê azadiyê bi dest bixin. Jiyan azadiye, azadî aştiye.”
Piştî axaftina şaredar Edîbe Şahîn nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ku ji bo 8’ê Adarê hatî şandin hat xwendin.
Li hemberî tu kesî serî netewand’
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di axaftina xwe de bal kişand ser her 3 siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez. Gultan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro mêvanê heval Sakîne yê ne. Hevala Sakîne, binere, li vir berxwadanek heye. Em carek din soz didin heya civakeke azad, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Sakîne, berxwedêr bû, azad bû û li hemberî tu kesî serî netewand.”
‘Di dilê me de her tim aştî û azadî heye’
Gultan, diyar kir ku divê kurd li hemberî lîstîkan hişyar bin û wiha got: “Ji ber ku em hinek safin ev lîstîk tên serê me. Lê carek din heval Sakîne lîstîka van derxist holê. Di dilê gelê me de her tim aştî û azadî heye. Jin wekî her car dê dîsa bibin pêşeng. Dayikên Roboskê di nava qetliamê de derket û hêza xwe nîşan da.” Gultan, di axaftina xwe de bal kişand ser pakêta 4’emîn a darazê û da zanîn ku ev pakêt jî pirsgirêkên heyî çareser nake.
‘Li hemberî zîhniyeta serdest berxwedan’
Aysel Tugluk, di mîtînga Dêrsimê de Nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwend. Aysel, diyar kir ku pîrozbahiyên îsal ên 8’ê Adarê diyarî Sakîne, Leyla û Fîdanê hate kirin. Aysel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heval Sakîne nefereke azadiyê bû û li hemberî zîhniyeta serdest a mêr berxwedêrek bû. Bila bê zanîn ku em ê têkoşîna van bidomînin. Jin dê bi têkoşîna xwe bersivê bide kujerên Sakîne, Leyla û Fîdanê.”
(la)

