Di sînemaya Tirkiyê de Rola Jinê : Mesûm Kanc Fenek

09:27

 


Derhênera femînîst Melek Ozman, bi belgefîlma ‘Mesûm Kanc Fenek’, di sînemaya Tirkiyê de rola jinê pirsyarî dike û dibêje “Di sînemaya Tirkiyê de roleke ku bi tenê jin be tune ye, hevokên  ku bi tenê aydê wan jinan be, tune ne. Sekna wan jinan û tiştên ku dê bikin, hemû girêdayî mêran e. Ew bi saya mêran, heyîna xwe nîşan didin. Lewma karakterên jinan, wekî ‘ jina li kêleka mêr’  tê îfadekirin.


Zehra DOGAN / JINHA


STENBOL- Derhênera femînîst Melek Ozman, bi belgefîlma ‘Mesûm Kanc Fenek’, di sînemaya Tirkiyê de rola jinê pirsyarî dike û dibêje “Di sînemaya Tirkiyê de roleke ku bi tenê jin be tune ye, hevokên  ku bi tenê aydê wan jinan be, tune ne. Sekna wan jinan û tiştên ku dê bikin, hemû girêdayî mêran e. Ew bi saya mêran, heyîna xwe nîşan didin. Lewma karakterên jinan, wekî ‘ jina li kêleka mêr’  tê îfadekirin.


Huner, ji bo ji jiyana civakî dibe model û bandoreke gelekî xurt li ser civakê dihêle. Di nav cureyên hunerî de, bi aliyê dîtbarî ve sînemayê, ciheke taybet digire. Ji salên 1960’an, ku ev sal bê televîzyon bûn, heta dawiya salên 1980’yî, sînemaya Tirkiyê li ser jiyana me gelekî bandor kir. Di wê heyamê de îmajên karakterên fîlman, wekî porên gijikî, kirasên bi pûantiye, pantorên pancik Îspanyolî, mijangên pêvekirî û solên paniya wan bilind, gelekî bi nav û deng bûn. Van salên dawî, li ser sînemaya Tirkiyê hinek lêkolîn hatine kirin, ku wekî encam sînema ji vê hêlê ve talûkeyeke mezin dihundirîne. Ji hêla dîroka sînemayê ve ku bûye navê heyamekî, di sînemaya Yeşîlçamê de ji bo jinê hestiyarî, ahengdarî, girêdayîbûna mêrekî, delalî û kubarî wekî statuyek hatiye dîtin. Melek Ozman, bi rêya belgesefîlma Mesûm Kanc Fenek, vê mijarê pirsyarî dike. Em bi vê derhênera femînîst re axivîn.


- Fikra çêkirina belgesefîlma ‘Mesûm Kanc Fenek’ çawa çêbû?


Piştî temaşekirina fîlmên ji welatî, fikra çêkirina belgeselê dihat bîra me. Piştî temaşekirina her fîlmekî, me digot qey heqaret li me tê kirin. Bi rastî, Mesûm Kanc Fenek jî bersivek e. Nifşa min, bi fîlmên Yeşîlçamê mezin bû. Fîlmên ku Turkan Şoray û Hulya Koçyîgît tê de dilîstin, wekî  jinekê min xwe di wan rolan de nedidît. Min ji Nerîman Koksalê pir hez dikir. Di wextê ciwaniya min de min timî ji xwe dipirsî ‘Ya rebî ez çima ji wan jinan hez nakim û ji yên nebaş hez dikim? Qey ez jî jineke nebaş im?’ Min dû re sedema wê ferq kir. Çimkî karaktereke Nerîman Koksal hebû. Diyalogên wê hebûn û xwedî hêzekê bû. Ez dibêm qey min bêriya temaşekirina wê kiriye. Mesele, başî an jî nebaşiya wê nîne. Piştre ez bi hevalên xwe re axivîm, min çêkirina vî fîlimî bi wan re parve kir. Yanê bi vî awayî me dest pê kir.


- Di belgefîlmê de hevoka ‘Jina li kêleka mêr’ derbas dibe. Gelo hûn dikarin vê hevokê rave bikin?


Di sînemaya Tirkiyê de roleke ku bi tenê aydê jinê be, tune ye. Jinên ku rolên sereke parve dikin hene. Hevokên ku bi tenê aydê wan jinan be, tune ne. Sekna wan jinan û tiştên ku dê bikin, hemû girêdayî mêran e. Ew bi saya mêrekî, hebûna xwe nîşan didin. Lewma, wextê ku li kêleka mêrekî nîn bin, nikarin hînî karakterên xwe jî bibin. Rola jinê ku li hemberî mêrekî  çawa be, bi van xalan tê nirxandin; zarokek aniye dinyayê an na, ji mêr hez dike an na, li hemberî wî bi hurmet e an na… Lewma karakterên jin wekî  ‘jina li kêleka mêr’ tê îfadekirin.


-Di sînemaya Tirkiyê de lîstikvanên jin rolên çawa dilîzin?


Rolên ku dilîzin, bi giştî ‘jinên li kêleka mêr’ in. Helbet, yên cuda jî hene. Ew jî, jinên gundî û cefakêş in. Bi feraseta mêran re tu derdekî wan tune ye. Bi tiştên qedexe re pevnaçin. Lewma ev jin di nav zeviyan de dixebite. Ew hinekî din wêrek in û bi awayekî xwe didin qebûlkirin. Ji xeynî vana “ Fatmaya mêrane (Erkek Fatma), Nebahata Şofêr (şofor Nebahat), Cevriyeya Bifors (Fosforlu Cevrîye) jî hene. Ew karakter jî xwe bi wêrekî rave dikin. Lê zayenda van jinan tune ye. Xwestekên wan ên zayendî bi qasî yên mêran e. Bi kurtasî bêjim ku, di sînemayê de jinên ku zayenda xwe bi tenê ji bo mêran wekî  wazîfe dibînin, hene. Yên mesûm û di mala xwe de bi tenê paqijiyê dikin hene. Li hêlekî din “jinên nebaş” jî hene. Ew jî ji bo ku mêran bikin qehreman hene. Di sînemaya Tirkiyê de kûrahî tune ye. Jin bi tevahî bê tevger hatiye hiştin. Lewma em ji karakterên jinê aciz in. Ji ber ku kodên mêrên heyî her çibin, wekî pirtûkeke dîdaktîk bi me didin xwendin û jiberkirin. Dibêjin, an bibin jinên wisa, an jî nebin, ji bo mêrekî yan bimirin an jî bikujin. Şerpeze bibin. Me tevan ev tişt qebûl nekirin, loma niha em jinan li cihên cuda dibînin.


‘Pêdiviya me bi sînemayeke femînîst heye?                                                                                                                                                                                                                                                                                                             


- Di fîliman de bûyera ku herî zêde bala me dikişîne, mêrê mafdar tê nîşandan, tadeyiyê li jinê dike. Hûn vêya çawa dinirxînin?                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                 


Di van fîliman de ji tundiyê re nabêjin tundî. Wekî parçeyek ji evînê tê nîşandan. Çawa ku di çapemeniyê de seks û tundî  di nav hev de tê nîşandan û wiha reytîng –tiraj tê daxwazkirin, di sînemayê de jî tundî, wekî parçeyek evînê tê nîşandan. Tundî û hezkirin, wekî du parçeyên sêvê têne nîşandan. Van fîliman hezkirinê, wek gotineke kilîşe; ‘mêr dikare lêxe û hesûdî bike’ dide ber çav. Di nav  fîlimên bi vî rengî de, tiştekî pir girîng ji temaşevanan re tê gotin.  Wekî ku di nav hezkirinê de, sîle, biçûkxistinî, tiştên normal bin, bi saya van fîliman ev peyamên nexweş  ji bo temaşevanan tê dayîn. Mixabin ev peyam jî mixabin li ser me rûdinên. Di sînemayê de, em  bi tena serê xwe û  di cihekî  tarî de ne, ji ber vê yekê jî em di bin bandora van fîliman de dimînin. Ji ber vê jî  em nikarin bibêjin ‘tenê fîlimek bû û hew’.Her yek ji wan fîliman anekdotan dihundirîne, bo vê jî li hişmendiya me bandor dikin û di bîra me de cih digirin. Dema rewş wiha be, mirov nikare bêje ku sînemaya Tirkiyê, tiştên baş hînî civakê dike. Pêwîst nîne ku  sînema hin tiştan hînî civakê bike. Lê pêwîst e ku tiştên vedibêje jî  bi mantiqî be, da ku zirarek nede civakê.                       


- Ji bo sînemayên ku li ser jinê tên kişandin, divê çi bê kirin?                                                                                               


Pêwîstiya me bi sînemayeke  femînîst heye. Ji bo sînemageriya femînîst jî, kesên femînîst lazim in. Çimkî bi tenê di wateya cinsî de mirov bibe sînemevana jin, ev têr nake. Em bi ezberan mezin bûn. Tiştê ku van ezberan xera bike jî, sînemageriya femînîst e. Ji ber ku sînema, bi awayê zihniyeta  mêr tên çêkirin. Ji bo ku em vê hişmendiyê xera bikin, pêdiviya me zêdetir bi sînemagerên jînên femînîst heye. Divê em jinan, wekî temaşevan be jî bi awayekî  bigihînin xwe. Jixwe  Wezareta Çandê ya Tirkiyê jî, ji bo tevlîbûna jinan a li sînemayê, ti xebatek nake û ji xwe re qet nake derd. A rast, divê serê xwe pê biêşînin û bi taybetî jî piştgiriyê bidinê. Di vê qadê de tunebûna jinan, pêkanîna wekheviya jin û mêran, di  berpirsyartiya dewletên mehkûm de ne. Lê beriya ku ev bibe, niha em  hîn zû kamera û mîkrofonê dikarin bigirin destê xwe. Di mala xwe de em dikarin xebatên wisa bikin û xwe pêş ve bibin. Jin, di vê qadê de divê ji hilberandin û xwe derbirînkirinê nereve û jê dûr nekeve. Bi vî awayî em dikarin di vê qadê de guherînan çêkin. Çêkirina sînemayê mafekî me yê demokratîk e. Ku  hemû jin vî mafê xwe bikar bînin, wê pir tişt bên guhertin.  


 Wêne =Kamera=Zehra DOGAN


Werger: Rûken PEL


Koma Gulên Xatûn