Li Kobanê pêdiviyên kincan bi jinan tên derbas kirin
11:31
Asya TEKÎN- Tekoşîn TEKÎN / JINHA
KOBANÊ - Jinên Rojava ku di şoreşê de xwedî roleke girîngin, hem di eniyên şer de şer dikin û hem jî di qada hilberîn de pêdiviyên gel bi cih tîn in. Li gel şerê heyî jinên ku Atolyeya Tekstîlê ya Amargî avakirin, pêdiviyên cil û bergê Kantonê bi cih tînin
Kantona Kobanê ya Rojava ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re rêyên wê hatine girtin û ji tu aliyan ve nikare pêdiviyên xwe bigire, gel bi hemû hêza xwe li berxwe dide û xwe bi xwe pêdiviyên xwe derbas dike. Di vê berxwedê de rola jinan pir zêde ye. Jinên ku li hemberî bê derfetiyê der dikevin, der basî qada hilberînê bûn û pêdiviyên gel tînin cih. Jinên ku Atolyeya Tekstîlê ya Amargî avakirin, ji hemû pêdiviyên cil û bergên Kantona Kobanê re dibin bersiv. Xebata ku di odeyeke biçûk de dest pêkir, niha bi tevlibûna 70’î jinan her ku diçe mezin dibe.
Midûra Atolyeyê Fatma Kalo der barê kar û xebata jinan de axivî û diyar kir ku rêyên ku Kantona wan bi Kantonên din ve girê dide, ji ber ku di destê çeteyan de ne, her ku diçe bûhayê tiştan li gel wan zêde dibe. Fatma da zanîn ku wan bi pêşengiya Yekitiya Star atolyeya tekstîlê vekiriye û wiha got: “Destpêkê me di odeyeke biçûk de dest bi vî karî kir, lê her ku pêdiviyên me zêde bûn, me karê xwe mezintir kir. Ji derve de pêdiviyên kantonê nayên. Ji ber vê yekê me jî xwest em ji bo gelê xwe karekê bikin û me ev atolyeya tekstîlê avakir. Ji bo gel kar kirin me keyfxweş û bextewar dike. Ji ber ku derdora Kantona me durpêç kiriye, kinçên ku em didûrin li esnafên bajar belav dikin. Em kinçên xwe erzan difirûşîn gel. Cardin em ji bo şervanên YPJ û YPG’ê jî kinçan didûrin.”
Bi şoreşê re jin ji malan derketin
Fatma dest nîşan kir ku jin ji ber şer û nebûna aboriyê koç dikin û wiha bi lêv kir: “Em dixwazin van sedeman ji holê rabikin. Destpêkê me hişt ku jin di aliyê aborîde li ser lingê xwe bimîn in. Dema ku ev yek bi awayekê hîn baştir pêş bikeve, dê kes ji necarî axa xwe terk neke. Jinên ku li atolyeyê dixwebitin, piştgiriyê didin aboriya malbata xwe. Jinên ku heya niha nedikarîn ji malên xwe derkevin, niha xwedî karin. Piştî şoreşa Rojava jin ji malên xwe derketin.”
Fatma da xuya kirin ku bi derxistina jinan a ji malê, wan jiyaneke nû daye avakirin û wiha bi dawî anî: “Her roja ku der bas dibe, atolyeya me mezintir dibe. Em bang li hemû jinan dikin ku bên gel me bixwebitin”
‘Pêdiviya me bi tu kesî tuneye'
Jina bi navê Medya Qasim jî diyar kir ku ev sê sale li atolyeyê dixwebite û wiha axivî: “Ji bo ku ez hewcedarê tu kesî nebin, min xwest di atolyeyê de bixwebitim. Di xeyalên em de rojekê em ê bên li vê derê bixwebitin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin, qet tune bû. Beriya ku li vê derê dest bi kar bikim, li malê dimam û min tu kar ne dikir. Niha Kantona me di dorpêça çeteyan de ye lê em ê bi vê xebata xwe vê dorpêçê ji holê rabikin. Bêyî ku hewcedariya me bi dewletên desthilatdar hebe, me bi xwe xwe pêdiviyên xwe tînin cih. Ev yek me keyf xweş dike û hîn zêdetir di me de hêzê dide avakirin.”
‘Emê bi hev re Kantona xwe mezin bikin’
Xebatkara atolyeyê Îlham Şexo jî da zanîn ku ew bi awayekê hevpeş karê xwe bi rêve dibin û wiha got: “Em herî zêde demê xwe li vê derê derbas dikin. Bi vê xebata xwe em dixwazin piştgiriyê bidin, malbatan, YPJ û YPG’ê. Ev xebat me pir keyfxweş dike. Bila hemû jin werin em bi hev re vê xebatê bi serbixin û Kantona xwe hîn mezintir bikin.
(zt)

