Divê Zeynep bijî

14:11

Melek YUKSEL / JINHA


AMED - Akîbeta Zeynep Celaliyan ku ji aliyê rejîma Îranê ve 2008'an hat binçav kirin û rastî îşkenceyên giran hat ne diyare. Xebatkara Navenda Jinan a Kardelen Mukkades Alataş diyar kir ku ger Zeynep Celaliyan bê qetilkirin, dê ev yek derbeyeke mezin li têkoşîna jinê bide.


Zeynep Celaliyan di 1982'yan de li Mako hatiye dinê û di sala 2008'an  de bi îdiaya ku endma PJAK'ê ye  ji aliyê rejîma Îranê ve li Kirmaşanê tê binçav kirin. Zeynep di 14'ê çileya 2009'an de derdikeve pêşberî dodgehê û bê yî ku parêzerê wê hebe di nava "7 deqeyan" de di encama dirûşmeyê de cezayê darve kirinê jê re tê dayîn. Di encama çalakî û hewldanên rêxistinên jinan û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî de di sala 2011'an de cezayê dervekirinê yê Zeynep vediguhere cezayê muebetê. Li gorî agahiyan, tê gotin ku Zeynep li Girtîgeha Dîzêl Abad a Kirmaşanê de tê girtin û di encama îşkenceyên giran û muemeyên xirab de, ji ber ku ji serê xwe derbe xatiye, bi winda kirina çavên xwe re rû bi rû maye û bi tu awayî ji Zeynep agahî nayên girtin.


Zeynep di 29'ê mijdara 2009'an de bi rêya malbata xwe îşkence û muemelên xirab ên ku li wê hatin kirin bi nameyekê banga hestiyariyê li hemû rêxistinên berpirs kir. Zeynep di nameya xwe de wiha nivîsîbû, "Ez jineke kurd a 27 salîme. Girtiyeke siyasîme û di girtîgeha Îranê de têm girtin. Cezayê darvekirinê yê der barê min de hat dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve jî hat qebûl kirin. Ez niha dibin şertên û mercên gelek xirab de dijîm. Ez tim rastî îşkence û muemeleyên xirab têm. Ez bi awayekê mostere hatim darizandin. Parêzereke ku min biparêze jî tune bû. Dadgeha darizandinê di çend deqeyan de bi dawî bû. Dadgehê ji min re got "Tu dijminê xwedê yî, di demeke herî nêz de tu yê jî weke hemû dijminê Xwedê bêyî darvekirin. Ji bo ku ez ji dayik û malbata xwe xatir bixwezim, min ji dadger destûr xwest lê dadger ji min re got 'Devê xwe bigire' û destûr neda min. Ez ji hemû jin û kesên ku mafên mirovan diparêzin dixwazim ku li hemberî bêmafiya ku li min hatî kirin derbikevin û ji min re bibin alîkar."


Xebatkara Navenda Jinan a Kardelen Mukaddes Alataş diyar kir ku ji sala 2009'an ve Zeynep Celaliyan ji aliyê rejîma Îranê ve di girtîgehê de tê girtin û wiha axivî: "Ji wê demê heya niha Zeynep rastî îşkenceyên giran û muemeleyên herî xirab tê. Ji ber ku Zeynep li dijî Îrana ku xwe weke Xwedê îlan kiriye derket, hat cezakirin. Çi dibe bila bibe, divê mirovek rastî vê bêmafiyê neyê." 


Mukaddes anî ziman ku ew tim bûne şahidê hemû kiryarên rejîma Îranê û wiha bi dawî anî: "Em dizanîn rejîma Îranê ka çawan şoreşgerên têdikoşin, kesên ku mafê mirovan diparêzin û muxalifên rejîmê têk birine, niha jî dur hatiye jinan. Ji ber vê yekê em bang li hemû rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan diparêzin, parazvanên mafên jinan û jinan dikin ku xwedî li Zeynep derkevin. Em li hemberî îşkenceyên ku li Zeynep tên kirin bêdeng nemînin. Ger ku Zeynep ji aliyê rejîma Îranê ve bê qetilkirin, dê ev yek derbeyeke mezin li têkoşîna jinê bixwe."


(zt)