Qedayîf bi destê jinê çêdibe!

11:26

Tekoşîn TEKÎN-Bêrîtan ELYAKUT / JINHA


AMED - Çêkirina qedayîfê weke “Pîşeyê zilam” tê dîtin. Nîhal Aktaş diyar dike ku ew yekem jina ku qedayîf çêdikeye û yekem jina ku kargeheke ji bo çêkirina qedayîfê vekiriye.  Nîhal anî ziman ku kesên der dora wê tim jê re dibêjin, “tu yê vî karê bi sernexî û ma jinek dikare qedayîfê çêbike” lê li gel vê yekê ew têkoşîna xwe didomîne.


Jina bi navê Nîhal Aktaş li Sura Amedê bi derfet û tecrûbên xwe kargeheke çêkirina qedayîfan vekiriye. Nîhal piştî perwerdeya 9 mehan a der barê çêkirina qedayîfê de, kelecana ku kargehekê veke pir jiya ye. Nîhal der barê vekirina kargeheke wisan û karê xwe de axivî û diyar kir ku ji bo ew karibe hewcedarî tu kesî nebe û debara xwe bi xwe bike dest bi kar kiriye. Nîhal anî ziman ku wê weke jinekê gelo jinek dikara çawan jiyana xwe xweşik bike û dikare bi tena serê xwe xebat bike pir fikiriye û wiha got: “Piştî vê yekê min got ez dikarin jiyana xwe xweşik bikim. Di encama vê yekê de min kareke wihan vekir û niha bêyî ku hewcedarî tu kesî bibim, debara xwe û mala xwe dikim.”


‘Ezê tim têbikoşim’


Nîhal destnîşan kir ku di kargeha wê de pêdivî bi alîkariya jinan heye û  wiha bi lêv kir: “Kargeha min pir nûye û ji ber ku jinim, pir balê nakişîne. Ji ber vê yekê ger jin piştgiriyê bidin min, em dikarin bi hevre hîn mezintir bikin. Ez tim ji der dor gotinên ‘tuyê bi ser nexî û ji jinekê qedayîfçî der nakevê” dibihîsim. Lê li gel vê yekê ez têdikoşim û ezê dev ji têkoşîna xwe bernedim.”


‘Em jin bi hev re bi hêz dibin’


Nîhal di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin di ferqa hêza xwe de bin. Divê di navbera jinan de tim hevparbûn hebe. Divê jin hevdû bi parêzin û xwedî li hev derbikevin. Ji ber ku yê jinan fam bike, jin b xwe ne. Ji ber vê yekê dema ku jin bibin yek xweşik dibin, bi wate û bi hêz dibin. Jin divê tim hêza xwe bikin yek.”


(zt)