Ji dadgeha herêmî 360 sal cezayê girtîgehê
12:42
JINHA
İZMİR - Dîla azadiyê Nesrîn Akgul ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name nivîsandibû, ji aliyê dadgeha herêmî ev 18 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, lê dadgeha bilid ceza kêm dît û dosyaya wê ji Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê re şand. Dadgehê jî cezayê giran ê muebetê û di ser de jî 360 sal cezayê girtîgehê ji Nesrîn birî.
Li gel ku dadgehên taybet ên destûrmend rabûn jî di mantiq û pergala dadger de tu guhertin çênebûye. Di pêvajoya ku nîqaşên çareseriyê tên kirin de, ji aliyê dadgehan ve ceza li ser ceza ji hikûmxar û girtiyên PKK’ê tê dayîn. Ji ber vê yekê pergala dadgehê biryarên ku dane, bi xwe xerab dike û cezayê ku dane girtiyên PKK’ê hindik dibîne û cezayan zêdetir dike.
Dosyaya dîla azadiyê Nesrîn Akgul ku li Girtîgeha Şakranê dimîne û berî demekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name şandibû, ji aliyê dadgeha bilind ve bi hênceta “tehqîqat kêm hatiye kirin” hat xira kirin. Dadgeha bilind 18 salê ku ji Nesrîn hatîn dayîn kêm dît û li ser 18 salan 360 sal cezayê girtîgehê zêde kir.
Sevcan Atak ku bi Nesrîn Akgul re di heman girtîgehê de dimîne li ser rewaş wê name şand. Li gorî agahiyên Sevcan Atak Nesrîn di sala 2008’an de bi îdiya “Endama rêxistinê ye” tê girtin. Atak diyar kir ku di sala 2011’an de Nesrîn ji aliyê 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê ve rastî 18 sal cezayê girtîgehê tê. Dadgeha bilind der barê dosyeya Nesrin de biryara ji nû ve bê darizandin dide. Doza ku di 18’ê tîrmehê de hat dîtin de, heyeta dadgehê, 18 sal cezayê ku dadgeha taybet a destûrmend dayî Nesrîn kêm dibîne. Heyeta dadgehê cezayê giran ê muebet û di ser de jî 360 sal cezayê girtîgehê dide Nesrîn.
Atak biryara dadgehê bi tundî şermezar û wiha got: “Di aliyekê de hikûmeta AKP’ê qala demokrat û çareserkirina pirsgirêka kurd dike, di aliyê din de jî cezayê giran dide dîlên azadiyê. Ev yek dide xuya kirin ku hikûmeta AKP’ê ne samîmiye. Li gel ku her roj Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay radibe qala qanûna ewlehiyê dike jî tu tişt nehatiye gohertin.”
(zt)

