Zewaca jinên penaber û pirsgirên ku dijîn
08:59
Şêrîn Hiso/ JINHA
MÊRDÎN- Ji ber sedema şerê ku li Sûriyeyê rû dide bi 100 hezaran jin penaber, jinbî bûne û bê war mane. Li dewletên ku sînorên wan nêzî Sûriyeyê ye, roj bi roj jinên ku koç dikin li wan dewletan zêde dibin.
Ji ber sedama şerê ku li Sûriyeyê ji sala 2011'an de destpêkiriye, bi 100 hezaran jin penaber û jinbî û bê war mane. Li dewletên ku sînorên wan nêzî Sûriyeyê ye her ku diçe hejmara jinên penaber li wan welatan zêde dibe. Pirsgirên ku jinên koç dikin ne tenê penaberî ye. Di civaka Sûriye û rojavayê Kurdistanê de jî ji ber şerê hundirîn yê Sûriyeyê gelek guhertin çêbûn. Di nava van guherînan de pirsgirêkên civakî tên jiyîn. Zewaca jinên rojavayî li bakurê Kurdistanê êdî wekî pirgirêkek civakî tê dîtin. Jinên herdû perçeyan vê bûyerê wekî pirsgirêk dijîn. Jinên ku berê bi zorê dibûn hewî, niha ji ber penabertiyê zewaca bi zorê qebûl dikin. Jinên ku welatê xwe terk kirine, bûne mexdurê şer û ji ber cihê ku lê star bibin tuneye, çareseriyê di zewacê de dibin in.
'Nasmanê me tuneye'
Jina bi navê Nesrîn Xelîl a 25 salî ku ji rojavayê Kurdistanê koçî Qosera Mêrdînê kir û zewiciye bal kişand ser pirsgirêkên jinên Rojava yên li bajar û navçeyên bakurê Kudistanê dijîn. Nesrîn diyar kir ku pirsgirêka herî mezin tunebûna nasnameyê ye û wiha axifî: "Sê sala ez li vir zewicîme. Weke her jineke Rojavayî nasnama min jî ya fermî tuneye. Ez zehmetiya nebûna nasnamê her roj dijîm. Zimanê fêrmî li bakur zimanê tirkî ye, ji ber ku em bi zimanê tirkî nizanin gelek caran bi alîkariya kesên bi tirkî diaxifin nikarin derdê xwe ji rayedaran re bêjin."
Ji zewaca bi vî awayî re bêjin na
Jina bi navê Xensa Elî ( 32) anî ziman ku zewaca jinên Sûriyeyê ya li bakurê Kurdistanê bûye pirsgirêkek civakî û wiha got: "Em jinên Rojava yên ku li bakur zewicî ne rastî gotinên xerab tên. Dema ku zilam dixwaze hewî bin ser hevjîna xwe ya yekemîn, jiyana her du jinan xerab dibe û kaos derdikeve. Zilamên ku vê yekê dikin rastiya heyî nizanin, ji ber vê yekê di karin bi jinek penaber re bizewicin. Malbata jina penaber jî vê rastiyê nizane û xwedî hişmendiyeke jin ji bo zilam hatiye dinê ye nêz dibe. Ji ber vê yekê pir rehetî keçên xwe didin ser hewiyê. Ji ber şerê li Sûriyeyê ewlehiya canê jinan û cihekê ku lê star bibin tuneye, çareseriyê di zewacê de dibînin. Ev ne heqiyeke herî mezin e. Ji bo ku rûmeta jinê neşike, divê em jin bi hev re dengê xwe bilind bikin û ji zewaca bi vî awayî re bêjin na."
Di fêrmiyetê de hevjîna duyem ne hevjîn e
Der barê pirsgirêkên fêrmî yên ku jinên penaber dijîn de Xensa da zanîn ku gelek jinên ku vê zewacê qebûl dikin, pirsgirêkên fêmê yên ku ew ê di pêşerojê de bijîn nizanin û wiha bilêv kir: "Di qanûnên Sûriyeyê de zilamek dikare bi 4 jinan re bi zewice. Gelek jinên ji Sûriyeyê nizanin ku di qanûna dewleta tirk de mafekî wisa tuneye. Piştî ku jin dizewicin nû vê yekê dizanin. Hevjînên duyem wekî mîvan li malê tên hesibandin û di fermiyetê de ne hevjîn in. Ger ew jin bê berdan an jî rastî tundiyê bê tu mafê wê yê hevjîniyê tuneye."
Jin tên firotin
Gulcan Ehmed yek ji wan jinên ku ji bajarê Dirbêsiyê der basî Mêrdînê bûyê û zewiciye. Gulcan ev 6 sale li Mêrdinê zewicî ye û dayika 3 zarokan e. Gulcan bilêv kir ku piştî rewşa Sûriyeyê xirab bû, penabertî jî zêde bû û wiha bilêv kir: "Bi zêdebûna penaberiyê û feqîrtiyê re jinan gelek zehmetî kişandin. Jinên ku ji ber şer koç kirine çareseriyê di zewacê de dibîn in. Ev şaşiyeke, lê civakê ev yek di mejiyê jinê de çandiye. Di her civakê de tim hinek kesan, kesên bêçare û di nava zehmetiyan de dijîn, ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Di nava du salan de hejmara jinên penaber ên ji Sûriyeyê li Bakûr zêde bûye. Em dikarin bêjin, gelek jinên ku koç kirine tên firotin, ji ber ku gelek ji wan bê xwedî mane."
Sînor girtîne
Gulcan diyar kir ku pirsgirêka yekem a ku rastî wê hat piştî zewaca zimanê fêrmî bû, lê di dema dewî de pirsgirêkên nû derketin holê û wiha bi dawî anî: "Yekem pirsgirêka ku min jiya di aliyê ziman de bû. Piştî ku rewşa Sûriyeyê xerab bû, dewlata tirk deriyên sînorê xwe yê bi dewleta Sûriyê re girt. Niha deriyên sînor ê navbera Sûriye û Tirkiyê de vekirine, bin kontrola DAIŞ'ê de ne. Ji ber vê yekê em nikarin derbasî welatê xwe bibin. Divê êdî ev sînorên di navbera me de rabin."

