Jinên ciwan stranên Delîla gihandin Îstiklalê

12:59

Mekiye GORENÇ - Perîhan KAYA/JINHA


İSTANBUL - Jinanên ciwan Ozge Hoşca û Zelal Adlîn li hemberî polîtîkayên vederkirinê û aliyên neyînî yên jiyanê li kolanan distrin û bi awazên xwe yên kurdî li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê balê dikişînin ser xwe. Her du jinên ciwan diyar kirin ku wan awazên kurdî ji dapîrên xwe hîn bûne û hunera xwe ya kolanan jî bi stranên Delîla yên bêhempa pêk tînin.


Hunera kolanan a li welatên Amerîka û Ewropayê li hemberî cudaxwaziyê ji aliyê reşikan û hîppiyan ve weke serhildanekê hate pêşxistin, her ku diçe li bajarên mezin ên Tirkiyeyê jî belav dibe. Bi taybetî jî li Kolana Îstikbalê ya Stenbolê hejmara hunermendên ku li kolanê hunerên xwe pêşkêş dikin roj bi roj zêde dibe. Ji Kolana Îstîklalê ya bi dengê keman, çello, santur, gîtar û miziqayê vediguhere harmoniya dengan ev salek e ku awazên kurdî jê bilind dibin. Hunermendên kurd bi enstrumanên xwe yên lêdanê û bi têl, stranên xwe tevli kaniya dengan dikin. Stranên kurdî bala gelek mirovên ku di nava kar û barê rojane de bêzar bûne dikişîne. Wekî di her qadan de di hunera kolanan de jî kurd rastî cudakarî û neheqiya polîsan tên. Hunermendên kurd ên li kolanan carna bi hinceta ‘hûn derdorê aciz dikin’ ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin.


Jinanên ciwan Ozge Hoşca û Zelal Adlîn ên 18 salî jî bi tembûr, def û stranên xwe li kolana Îstîklalê balê dikişînin ser xwe. Hunermendên ciwan diyar kirin ku stranên wan ên bi kurdî bala kesên ku qet bi zimanê kurdî nizanin jî dikişîne û anîn ziman ku gelek mirov bi mereq ji wan pirsa zimanê kurdî dikin.


‘Hunera kolanan bêberjewendî ye’


Ozge Hoşca diyar kir ku divê hunera li kolanan tê kirin wekî pîşeyekê neyê binavkirin û wiha got: “Hunera li kolanan wekî jiyanekê ye. Jixwe divê huner bê berjewendî bê kirin. Me bi awayekî tesadufî rojekê li kolanê stran gotin û piştre her ku çû guhdarên me zêde bûn. Niha eleqeya guhdaran me pir kêfxweş dike. Lewre jî em vê hunera xwe didomînin.”


Ozge bi bîr anî ku welatî pir bi xweşbînî li karê wan mêze dikin û wiha pê de çû: “Ji roja destpêkê heta îro welatî eleqeyeke mezin nîşanî stranên me didin. Ji ber ku bi gelek zimanan li Îstîklalê stran tên gotin lê bi kurdî nedihatin gotin. Niha hejmara yên bi kurdî distrin jî zêde bû. Hêviya min ew e ku ev hejmar hîn zêdetir bibe. Em mîna kaniya stranan tevdigerin û stranên lazkî jî dibêjin.”


‘Gelek mirov kurdî nas nakin’


Ozge Hoçca da zanîn ku ew ligel awazên kurdî stranên herêma Behra Reş jî dibêjin û got ku dema ew bi kurdî distrin gelek caran welatî tên cem wan û pirsa ‘ev kîjan ziman e’ ji wan dikin. Ozge xemgîniya xwe ya ji vê rewşê bi van gotinan anî ziman: “Em xemgîn dibin dema welatiyên vî welatî tên û ji me pirsa ‘hûn stranên kîjan welatî dibêjin’ dikin. Lê bi hezaran salan e ku kurd li ser vê axê dijîn û em jî awazên wan distirin. Civak ev qas biyanî hev hatiye hiştin.”


 'Emê bi hunerê Îstiklalê ji bin dagirkeriya zilam rizgar bikin'


Zelal Adlîn jî anî ziman ku wê awazên kurdî ji dapîra xwe hîn bûne û wiha behsa stranbêjiya xwe ya li Îstîklalê kir: “Rojekê em bi hevalên xwe re li Îstîklalê dimeşiyan. Me dît ku bi gelek zimanan stran tên gotin. Me jî ji xwe pirsa ‘gelo çima em jî bi kurdî stranan nebêjin?’ ji xwe kir. Bi vî awayî me dest pê kir û heta îro em li Îstîklalê awazên kurdî distirin. Li Îstiklalê zêdetir hunermendên zilam hene. Rojên destpêkê em bi fikar bûn ku malbat û derdora me bi xirabî li me binêre. Lê niha me ew psîkolojî derbas kiriye. Dema kurd li me guhdarî dikin, dibêjin ‘em bi we serbilind in’. Em ji vê nêzîkahiya germ kêfxweş in.”


Zelal da zanîn ku Îstiklal bi salan e di bin dagirkeriya zilaman de ye û jin zehmetiyeke mezin li vê derê dijîn û wiha got: “Lê em dikarin ku bi hunerê pêşî li vê dagirkeriyê bigirin û bi hunerê rengê jinê li kolanê serwer bikin.”


'Delîla bi stranên wê bi bîr tînin’


Hunermenda ciwan Zelal anî ziman ku ew ji stranên Hunermenda Nemir Delîla pir hez dike û wiha got: “Em şehîd Delîla bi awaz û stranên wê bi bîr tînin. Em ji me re mînak e. Dema em awazên wê dibêjin kelecaneke mezin me digire. Bi taybetî jî ez dixwazim ku li Kurdistanê li bajarê xwe Wanê jî heman hunerê li kolanê pêk bînim. Jina kurd encax bi hunerê pêşengtiyê bike.”


(zt)