Bi hevrebûna sê jinên ciwan

11:29

Zinarîn AYDIN / JINHA


DIRBÊSIYÊ -  Li bajarê Dirbêsiyê di dukaneke ya kincan de sê jinên ciwan bi hev re kar dikin. Jinan diyar kirin ku piraniya kincên ku difiroşin ên jin û zarokane û wiha gotin: “Dema ku jin bi hevre kar dikin, hêzeke mezin der dikeve holê.”


Li bajarê Dirbêsiyê di dukaneke cilan de sê jinên ciwan bi hev re dixwebitin û hewl didin ku vî karê xwe birfireh bikin. Her sê jinên ciwan Selma Amed, Semer  Dadoş û Lava  Mihemed li ser şêwazê karkirina bi hev re ji ajansa me ya JINHA’yê re axivîn û bal kişandin  ser xweşbûyîna karkirina  bi hev re.


Jina ciwan a bi navê Selma Amed bal kişan ser rewşa şer a niha ya gelê Rojava ku di aliyê xizanî de dijîn û wiha axivî: “Kincên em ji Tirkiyeyê temîn dikin bi bûhayekê pir erzan difiroşin. Em li gorî bûhayên esnafan kincên xwe nafiroşin. Ji ber ku em dizanin rewşa gelê me niha ne zêde başe û ji ber şer û ambargoya heyî têkoşîneke mezin didin. Jinên ku nekaribin heqê kincên xwe bidin jî em bi deyin didin wan.”


Hev gohdar kirin heye


Samer Dadoş jî bal kişande ser karkirina bi hevre û wiha got: “Weke jin bi tena serê xwe xebat kirin û bi hev re xebat bi rêv birin, girîngiyeke pir mezine û xweşe. Em baştir hevdû fam dikin û ji hev re dibin alîkar. Bandora vê ya derûnî û tevgerkirinê jî heye. Ji ber ku di rastiya kevneşopiya civakî de her tim zilam xwe xwediyê karên ji derve ditiye û însiyatîfê qet nade jinên ku gel wan kar dikin. Lê dema ku em jin xwe bi xwe bi hev re dixebitin kes xwe ser kesî re nabîne û li hevdû gohdar hîn zêdetir heye.


‘Êdî em hewcarî zilaman nebin’


Jina ciwan Lava Mihemed jî nerînên xwe weha anî ziman: "Em piranî kincên jin û zarokên keç difroşin. Saetên me yê karkirinê diyarin. Karkirin hêza mirov a cewherî derdixwe holê. Bi vî karî re me ev hêza xwe derxist holê. Divê hemû jin karibin ji malên xwe der bikevin, bi vîn û cesareteke mezin aboriya xwe bi xwe avabikin û bes hewcedarî zilaman bibin. Ev kar me gel keyfxweş dike. Ji ber vê yekê em zêde bi westandin û giraniya demê nahesin.”


 


(za/aw)