Bi hunera xwe gelê kurd temsîl dikin

12:16

Şêrîn Hiso / JINHA


AMED – Navenda Çand û Hunerê ya Dicle û Firat a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yekem car Hunermend Yelda Abassî li Amedê pêşwaz kir. Dayika Yelda Abassî, Rola Esmeryan ku bi keça xwe re stranan dibêje diyar kir ku ji bo wan şanaziyek mezin e ku hatine paytexta Kurdistanê Amedê û wiha got: “Li Amedê konser dayîn, ji bo me wateyeke pir mezin û cara yekemîne em tên gel gelê kurd ê bakurê Kurdistanê.”


Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Firat a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 2’yê tebaxêde yekem car hunermendeke ji rojhilatê Kurdistanê Yelda Abassî li Amedê pêşwaz kir. Jina ciwan Yelda  Abassî ji herêma Xoresan a rojhilatê Kurdistanê ye û stranên herêma xwe bi koma xwe ya mûzîkî ya ku dayika wê jî di nav de ye re dibêje. Yelda bi dayika xwe Rola Esmeryan re bi cil û bergên herêma Xoresanê hunera xwe pêşkî gel û cîhanê dikin û bi hunera xwe kurdê Xoresan ên rojhilata Kurdistanê didin nasîn.


 Hunera Xoresan temsîl dikin 


Rola Esmeryan anî ziman ku ev nêzî 15-16 salin ew karê hunera stranên kurdî diki nû wiha axivî: “Em dixwazin hunara herêma xwe temsîl bikin. Jinên Xoresanê jinên bi çalakin û bi hunera xwe ve girêdayîne. Ez dikarin bêjim ku jinên Xoresanê di aliyê hunerê de biserkeftî ne û hunera xwe bi karê rojane re didin meşandin. Jinên rojhilatê Kurdistanê rolek girîng di aliyê parastina hunera kurdî û karê ferhengî de girtine ser xwe û rolek sereke dilîzin.”


Rola destnîşan kir ku bi taybetî jinên xoresanî tenê di qadekê naxebitin û wiha got: “Jiyana jinên Rojhilat ji tiştekî taybet re nayê veqetandin ev jî delîlê serkeftina wan e. Karê jinên rojhilatî tim encam digre. Armanca me ew e ku em bi hunera xwe aştiyê têxin nava gelan û bi hunera xwe gelan bînin ba hev. Ji ber ku ji me tê xwestin ku em hunereke ku her kes jê hezbike biafirîn in. Bi vê yekê em bi hêvîne ku aştî û hevaltî têkeve nava gelan.”


‘Dilê me bi Şoreşa Rojava re ye’


Rola Esmeryan diyar kir ku  dilê kurdên Rojhilat bi Şoreşa Rojava re ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dilê me ji bo gelê kurd ê Sûriyeyê lê dide. Em şoreşa wan pîroz dikin. Em hêvî dikin ku zilma  DAIŞ’ê  ser gelê kurd di demek nêz de bi dawî bibe. Hêviya me ya mezin ew e ku Şoreşa Rojava bi  hêza jinên Rojava û ciwanên wê bi bighêje armanca xwe . Ez ne tenê ji kurdên Rojava, ji hemû gelê bindest re aştiyeke mayîn de dixwazim. Dilê me êdî şer naxwaze. Ez bi hêvî me ku ev karê ji gelan re bibe sedema kêfxweşî û şanaziyê û em rojek zûtir mizgîniya azadiya Kurdistanê bibihîzin.”


(aw)