Jinan êrîşên terorîstî yên DAIŞ'ê yên li ser Şingalê şermezar kirin

10:50

Şêrîn HISO / JINHA


AMED-  Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser kurdên êzidî li dijî mafê mirovan pêk tên. Hevşaredara Sûra Amedê Fatma Şêx Barût diyar kir êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê şermezar kir û wiha got: "Ev komkujiya 73'emîn e ku li ser gelê êzidî pêk tê, lê vê carê dê gelê kurd bersivê bide kujeran."


Êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser kurdên êzidî yên Şengalê pêk tên, ji derveyî zangûna mafê mirovane. Kurdên êzidî bûne hedefa êrîşên terorîstî. Di dîrokê de 72  ferman û komkujî li dijî êzidiyan pêk hat. Îsal ji bajarê Şengalê cara 73'emîn rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê tê. Bi hinceta parastina ol û baweriya  Îslamê kurd tên qetilkirin, jin tên revan revandina û weke xenîmetên şer ji xwe re helal dibînin. 


DAIŞ ola Îslamê bikar tîn e


 Jina bi navê Sozdar Tekîn anî ziman ku bi yekitiya gelan dê ev zilm ji cîhanê rabe û wiha axifî: "Mafê her mirovî heye ku bi aştî ser xaka xwe bijî. Bi salaye komkujî li ser kurdan pêk tê, em êdî naxwazin rastî van komkujiyan bên. Şenga ji bo kurdan seboleke olî ye  ji ber vê yekê bû armancek sereke ji bo çeteyan. Şengal bajarekî pîroz e. Çeteyên DAIŞ'ê  li gorî berjewendiyên  xwe ola Îslamê bikar tînin. Di her ol û baweriyên  gelê cîhanê de  qetla mirovan bi destê mirovan herame û qedexe ye. Çeteyên DAIŞ'ê qetla Êzidiyan ji xwe re helal kirine. Ji ber ku wekî kesên ne oldar dibînin. Tiştên ku Çete bi navê Îslamê dike dinava Misilmantiyê de tuneye. Bangewaziya min ji bo hemû gelê cîhanê ku destê xwe bidin hev û li dijî zilma li  ser mirovahiyê li berxwe bidin."


 Şengalê bi tenê nehêlin


Dayika bi navê Nûra Abay jî destnîşan kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên hovane yên li ser gelê kurd û kurdên me yên êzidî bi destên hêzên tarî hatiye plan kirin û wiha axivî: "Divê hemû mirov dengê  xwe bilind bikin û qetîyama li ser kurdên êzidî yên Şengalê qebûl nekin. Gelê kurd gelekî aştîxwaze, lê tim rastî êrîşan hatiye. Ji ber vê yekê gelê kurd her çiqas şer kiribei ew şerê parastinê bûye. DAIŞ bi hinceta ku Êzidî ji ola Îslamyetê vegeriyane û pê ne bawerin îro wan qetil dikin. Mejiyê çeteyan fikra wekhevî û biratiya gelan qebûl nake. Gelê kurd gelekî dilovan e lê divê ku êdî neyê xapandin û li hev xwedî derkevin û bibin yek. Çiyayê Şengalê bi tenê nehêlin."


Şemgal rûmet û namûse


Hevşaredara Sûra Amedê Fatma Şêx Barût jî da zanîn ku bi hêza gelê kurd dê ev êrîş têk biçin û wiha bi lêv kir: Êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê em şermezar dikin. Çete dixwazin li ser Şengalê re herin Rojava û rêyeke nû ji xwe re vekin. Gelê  kurd bi herdû hêzên xwe YPG û HPG'ê dê  destûr nedin êrîşan. Ev komkujiya 73'emîn li ser gelê êzidî tê meşandin. Lê vê carê dê gelê kurd bersivê bide kujeran û vê yekê bi tundî qebûk nekin. Ji bo me Şengal bajarekî taybet ê şeref û namûsa kurdan e. Divê gelê me bi tevahî li Bakur, Başûr, Rojava û  Rojhilat li şengalê xwedî derkevin. Gelê kurd dê bi berxwedan û têkoşîna xwe DAIŞ'ê  di demek nêz de ji Şengalê derxine. Ez bang li gelê başûrê Kurdistanê û pêşmergeyan dikin ku bi YPG û YPJ'ê, HPG û YJA Star re bibin yek û bi hev re  parastina axa Kurdistanê bikin."   


(şh)