Li Kantona Cizîrê 1'emîn Konferansa TEV-Çand ê

13:25

Zinarîn AYDIN / JINHA


DİRBESİYE - Li Bajarê Dirbêsiyê bi tevlibûna sed û 60 jinan, 1'emîn Konferansa Jinan a TEV-Çandê ya Kantona Cizîrê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku dê bi jinan çanda kevnare ya gelê kurd û Rojhilata Navîn ji nû ve derbikeve holê û pêş de here.


Li bajarê Dirbêsiyê bi tevlibûna sed û 60 jinan 1'emîn Konferansa Jinan a TEV-Çandê ya Kantona Cizîrê hat lidarxistin. Xebatên çand û hunerê, ji sazî û dezgehên cuda, li ser navê jinên ereb, suryanî û asurî gelek jin beşdarî konferansê bûn. Jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî rengîniyek mezin dan konferansê. Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên cangorîyên ku di demên cuda şehîd ketibûn û pankarta "Bi jina azad ber bi neteweya demokratîk ve" li salonê hatibûn daliqandin. Jinên ku di çand û hunerê de cihê xwe digrin, keyfxweşî û hêviyên xwe anî ziman û der barê xebatê de, asta xebat û kêmasiyên ku pêwîste bên derbaskirin de, ermanc, biryar û nerînên xwe anîn ziman.


Endama Koordînasyona TEV-Çanda Dêrikê Hêvîdar Mihemed ku bi koma xwe re beşdarî konferansê bûbû diyar kir ku çawa ku jinan di Şoreşa Rojava de pêşengtî kirin, dê di xebatên çand û hunerê de jî roleke mezin bigrin ser milê xwe û bi ruhekê hevgirtî çanda gelê kurd bi hemû jinên Rojhilata Navîn re pêşbixin.  Hêvîdar anî ziman ku ev konferans ji bo nirxandina asta xebatê û derbaskirina kêmasiyên heyî gelek girînge û wiha axivî: "Dê ev konferans hîn zêdetir hêza jinê der bixwe holê."


HÊZA AFIRANDINÊ NE


Endama çandê ya bajarê Dirbêsiyê Zîlan Biro jî kêfxweşiya xwe ya li darxistina konferansê wiha anî ziman: "Ez gelek kêfxweşim ku konferansa jinan a çandê hat lidarxistin. Kelecana vê yekê pir mezine. Ev yek encama asta Şoreşa Rojava ya ku şoreşa jinan a dide diyar kirin. Li gel hemû xebatên heyî jin di xetabên çandê de jî rolek mezin girtine ser milê xwe. Jin li vê derê bûne xwedî hêza afirandinê. Ev yek di cewhera jin de hebû, bi şoreşê re ev cewher xwe bi awayekê azad dide der."


Endama Koordînasyona Çand û Hunerê ya Serêkaniyê Enayîta Ahmed jî li ser ermancên konferansê axivî û da zanîn ku ev konferans anîna jinan a gel hev di warê çandê mezinbûyînekê îfade dike û di Rojhilata Navîn de ev yek pêngaveke girîng e. "


DÊ EV QAD JINAN BÎNE GEL HEV


Seroka Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, jina asûrî Hordîna Jindo jî ku li ser navê jinên asûrî tevli konferansê bû diyar kir ku derketina jinan a ji derveyî sînorên zayendperest ê ku di civakên Rojhilata Navîn de hatin xêz kirin, ji bo hemû jinan girînge. Jindo dest nîşan kir ku xebatên çandê qadeke ku jin xwe tê de zana û azad bikin û wiha got: "Dê ev qad hemû jinan bîne gel hev. Ji ber ku çand xwedî roleke bi bandor a xweşikkirina fikr û ruhên mirova ye. Ev ruh jî di jinê de heye."


Endama Koordînasyona TEV-Çanda Qamişlo Ruken Mihemed jî li ser rojevên konferansê weha axivî: "Me di vê konferansê de xebatên xwe yên çandê nirxand. Asteke bilind a nîqaşan derket holê. Li gel pêşketinên ku hatin jiyîn, me nêzîkatiya rexne û rexnedayîn jî esas girt. Mirov astengî û kêmasiyên heyî çiqas rast tesbît bike, dê pêşketin û xebateke hîn mezintir derbikeve holê."


SOZA TOLHILDANÊ DAN


Endama Koordînasyona TEV-Çanda Tiltemir Hêlîcan Selah jî bal kişand ser şerê ku li ser vîna kurdan tê meşandin û wiha got: "Me di vê konferansa bi xebatên xwe yê çand û huner ji berxwedaniya gelê xwe re bibin bersiv soz da. Herî dawî komkujiya ku li Şengalê jî hat jiyîn dê tu carî neyê ji bîr kirin. Ev konferansa me soza tolhildana wan da."


Perspektîfa demê derket holê


Endama TEV-Çanda Hesekê Hêvîdar Sadûn jî destnîşan kir ku wan di demek dîrokî de konferansa xwe li dar xistiye û wiha axivî: "Di aliyê çand û hunerê de rola ku dikeve ser milê me, emê heya dawiyê vê rola xwe bi pêşengtiya civaka demokratîk bi cih bînin. Nîqaşên di konferansê de perspektîfe me ya demê derxist holê."


Endama TEV-Çanda Tirbespiyê Perwîn Rêber jî weha axivî: "Cara yekeme li Rojava konferanseke jinan a TEV-Çandê tê lidarxistin. Di vê konferansê de hêviyên me yên rojavayeke azad ber bi neteweke azad ve hîn zêdetir bûn. Emê heya dawiyê bi israr û îdiayeke mezin erkên xwe bînin cih."


 Rêxistina xweser a jinê tê avakirin


Endama TEV-Çand a Rimêlan û Girkêlegê Xwunav Remezan jî bal kişand ser girîngiya xebatên jinan a  di çandê de û weha axivî: "Ji bo ku di nava neteweya demokratîk de çanda jinan a kevnar jîndar bibe, divê jin li ser esasê xeta azadiya jinan bi reng û awazên xwe beşdarî xebat û çalakiyên çand û hunerê bibi. Bi vê yekê dê rêxistina xweser a jinê bê sazkirin."


Herî dawî endama Koordînasyona TEV-Çanda qada giştî ya Rojava Gulan Tekoşîn axivî. Gulan diyar kir ku wan biryarên girîng di konferansê de girtine û wiha bilêv kir: "Ji bo ku jin li çanda xwe xwedî derkevin û ji pêşxistina çanda neteweya demokratîk re bibin bingeh, avakirina pergala xweser di hemû beşan de tê xwestin. Rêxistineke xweser û bi hêz bi taybetî di nava vê pêvajoya şoreşê de tê xwestin. Jin pêşenga çanda neteweya demokratîk e, civaka ekolojîk û azadîxwaze. Xwe dispêre civaka bi exlaq, polîtîk û jiyana komûnal. Dê bi rengê çanda jinê, çand bi ser bikeve.


(zt)