Êrîşên li Kadikoyê hat şermezarkirin

17:17

JINHA


AMED –  Sazî û partiyên siyasî êrîşên li Kadikoyê şermezar kirin û da zanîn ku dê daxwazên xwe wekî her car li qadan bînin ziman. Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê dê îro saet 19.00’an de li Atayola Kadikoyê çalakiya şermezar kirine li dar bixin.


Koordînasyona Jinan a HDK’ê, Meclîsa Jinan a BDP’ê,  hevbeşên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk û Platforma 8’ê Adarê ya Stenbolê bertek nîşanî êrîşên li Kadikoyê da û diyar kirin ku êrîş tu caran nayê qebûlkirin û jin tucarî dev jî kolanan bernadin. Jinan daxuyand ku dê her tim li qadan azadî û aştiyê biqirin.


Koordînasyona Jinan a HDK’ê, destnîşan kir ku ji bo biratiya gelan, mezinkirina piştewaniyê, azadî, wekhevî û demokrasiyê tu caran dev jî kolanan bernadin. Jinan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku dê çalakiyên xwe bidomînin.


Hevbeşên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk li Amedê li Komeleya Jinan a Ekîn Cerenê daxuyaniyek dan. Li ser navê hevbeşên DOKH’ê Koordînatora DÎKASUM’ê Ozlem Ozen daxuyanî da diyar kir ku li hemberî êrîşên nîjadî û zayendî ya ku li Kadikoyê pêk hatî şermezar kir. Ozlem, got ku jinên kurd li hemberî êrîşan bêdeng nabe û dê her tim li qadan ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin.


Meclîsa Jinan a BDP’ê jî daxuyand ku her tim li qadan daxwazên xwe yên aştî û azadiyê anîne ziman û wiha hat gotin: “Em bang li rayedaran dikin bila berpirsiyariya xwe bînin cih. Der barê Bursasporê de bila lêkolînek bidin destpêkirin û bila ev kulûp bê girtin."


Platforma 8’ê Adarê ya Stenbolê bertek nîşanî êrîşan da û da zanîn ku hefteyek jortire pîrozbahiyên 8’ê Adarê didomin û lê duh êrîşa ku pêk hatî nayê qebûl kirin. Jinan daxuyand ku li hemberî êrîşan dê îro saat 19.00’an de li Atayola Kadikoyê bicivîn û êrîşên li duh pêk hatî şermezar bikin.


(la)