Dengê Aram Tîgran dîsa ji Amedê bilind dibe
09:58
Şêrîn Hiso- Melek Yuksel /JINHA
AMED - Navenda Çand û Hunerê a Dicle Firatê ji bo bîranîna hunermendê nemir Aram Tîgran amadekariyên pirogrema bîranînê ji bo 9’ê Tebaxê dike. Birogrema bîranînê ji 12 stranên Aram Tîgran yên bi kurdî pêk tê. Hunermed Farqîn diyar kir ku “Hunermendê nemir Aram Tîgran ji bo pêşxistina hunera kurdî kedek mezin da. Em çiqas hewil bidin ku em keda wî ya mezin spas bikin em dîsa jî deyîndarê wî dimînin.”
Ji bo sal vegera 5’emîn ya bîranîna hunermendê nemir Aram Tîgran Navenda Çand û Hunerê a Dicle Firatê amadekariyên pirogrema bîranînê kir. Aram Tîgran hunermendê eslê wî Ermenî yê malbata wî Ermenên Amedê ne.Ji ber qirkirina Ermeniyan û bûyerên sala 1915’an koçberî Qamişlo bûn. Di sala 1932’an Aram Tîgran li Bajarê Qamişlo ji dayik bû û di dibstanên erebî de xwend. Hunermend Aram Tîgran di sala 1966’an de derbasî Ermînya bû û heta sala 1990 li Ermînya ma. Piştî wan salên ku li Ermînya ma Aram Tîgran li gelek dewletê Awrûpa geriya û li Belcîka bi çî bû. Di sala 2009’an de Aram Tîgran li Yûnanê di 8’ê Tenbaxê çû ser dilovaniya xwe. Aram Tîgranli pê xwe arşîfek dewlemend ji stranên kurdî, erebî. Ermenî, suryanî û yûnanî hişt.
‘Aram Tîgran arşîveke wekî deryayê li dû xwe hişt’
Hunermend Farqîn balkişand ser ked û têkoşîna Hunermenda Aram Tîgran mil bi mil bi gelê kurd re û wiha got: “ Aram Tîgran ji bo pêşxistina Hunera kurdî kedek mezin da. Stranên Aram Tîgran hêzek mezin dida têkoşîna kurdan, ji bo têkoşîna kurdan alîkar bûye. Aram Tîgran ne wek Ermeniyek jiyaye lê wekî kurdekî jiyaye. Starnên Aram Tîgran xurtbûnekê mezin ji aliyê wêjeyî û pir zimanî dide nîşan. Em wekî tevger her tim dibêjin ku armanca me azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn e, armanca Aram Tîgran jî ew bû ku bi hemû zimanên gelên Rojhilata Navîn stran bên gotin. Arşîveke wekî deryayê li dû xwe hişt ji ber ku Aram Tîgran 230 stran bi kurdî got, 100 stranên bi ermenî, 100 stranên erebî û bi zimanê suryanî û yûnanî jî stran gotiye. Arşîva herî mezin ji bo kurdan hiştiye ji ber ku têkiliya wî bi kurdan re xurt bû. Aram Tîgran digot ku ‘ sedema mayîna me li dunyayê kurdin. dema ku em bûyerên sala 1915’an bînin ber çavên xwe ev rastî derdikeve holê.’ Ev jî baweriyek wî bû.”
‘Sîstema dewlata Tirkiyê destûr neda Anîna cenazeta Aram Tîgran’
Hunermend Farqîn diyar kir ku xwestekek Aram Tîgran hebû ku li Kurdistanê bê veşartin lê ev xwesteka wî bi cî nebû û wiha axifî: “ Aram Tîgran berî ku here ser dilovaniya xwe bi heftakî ew li Amedê bû û dixwest ku hin karên xwe li Awrûpa çareser bike û vegere Amedê û êdî li Amedê bijî lê ev çûna wî ya dawî bû. Piştî ku me bihîst ku Aram Tîgran jiyana xwe li Yûnanê ji dest da, me hewil da ku em cenazeta wî bînin Amedê lê mixabin sîstemên herdû dewletan destûra anîna cenazetê neda. Me li Amedê temsîlî mezelek vekir û hemû hezkiriyên Aram li wir kom bûn.”
‘Banga li xwedî derketina keda Aram Tîgran’
Hunermend Farqîn bi lêv kir ku şexsiyetên ku ji bo têkoşîna gelan ked dane divê ku neyên ji bîr kirin û wiha got: “ Banga me ji bo gelan ew e ku kesên wisa bila neyên ji bîr kirin. Li wan kesan xwedî derkevin û hertim wan bi bîr bînin. Her 8’ê Tebaxê roja mirina Aram Tîgran em wekî saziyên Çand û Hunerê wî bi bîrtînin. Îsal jî li Amfî Tiyatro ya Sûmer Parkê di 9’ê Tebaxê dê pirogrema bîranîna Aram Tîgran bê li darxistin. Ez bi hêvî me ku gelê me li kesên wiha xwedî derkevin û wan ji bîr nekin.”
‘Aram Tîgran bi stranên xwe her nirxên netewa kurdistanê xemilandiye’
Hunermend Comerd yê ku ji Awrûpa hate kurdistanê ji bo beşdariya vîstivalên çand û hunera kurdî li herêmê û bîranîna nemir Aram Tîgran bi lêv kir ku: “ Ezê 9’ê Tebaxê beşdarî pirogrema bîranîna Aram Tîgran bibim. 2 stranên Mamoste Aram Tîgran ezê bistrêm, min wan her 2 stran hilbijart yek jê Xemilî Zozan e ya din jî Denbêjiye. Aram Tîgran bi stranên xwe her nirxên netewa kurdistanê xemilandiye. Aram stranên evînê straye,stranên Şehîdan, Berxwedanê,stranên ser serokatî û stranên ji bo xwezayê.
‘Aram Tîgran raste rast rûh û felsefeya Serok Apo di nêzîkbûna Çand û Hunerê de girtibû’
Comerd diyar kir ku Aram Tîgran rolek pir mezin di ava kirina Filoklora kurdî de leystiye û wiha got: “ Ez bi hêvî me ku her kes beşdarî pirgrema bîranîna Aram Tîgran bibe ji ber ku Aram rolek giring di girêdana civaka kurdî bi çanda kurdî de lîst. Aram Tîgran raste rast rûh û felsefeya Serok Apo di nêzîkbûna Çand û Hunerê de girtibû. Aram ji ber ku ki kurdistanê mezin bû bandora wêje û zimanê kurdî ser wî hebû. Gelê kurd qîmetek mezin daye Aram Tîgran û şexsiyetên mîna wî. Divê ku nivşên nû ji hunermendan bi kerîkterê Aram nêzîkî Çand û Hunerê bibin.”
‘Stranên nû ji arşîva Aram Tîgran dê bên pêşkêşkirin’
Xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Firatê Nûrcîhan Yilmaz anî ziman ku pirogrema bîranînê ji 12 stranên Hunermend Aram Tîgran pêk tê û wiha axifî: “ Ji bo bîranîna nemir Aram Tîgran me wekî xebatkarê Dicle Firatê me amedekariyê 12 stranên wî kir. Ji wan dê 2 stran ji aliyê hunermend Comerd bêne xwendin û 10’yên dê koro wan bixwîne.stranê kum e wan ji arşîva dewlemend ya nemir Aram hilbijartiye yên ku zêde nehatine bihîstinbnava gel de. Me xwest ku em stranên nû ji erşîva Aram pêşkêşî gel bikin.”
(my-şh)

