Li dijî pergala feodal a PDK’ê tevli PKK’ê bû

13:28

Asiye TEKÎN - Mekiye GORENÇ / JINHA


QENDÎL - Gerîlaya PKK’ê Derya Bradost ku keça yek ji fermandarên PDK’ê bû û tevli refên PKK’ê li dijî tundî, koletî û hemû zextên li serê jinê rabû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.


Mîrasê ku têkoşîna azadiya jinan derxistiye holê, îro li hemû parçeyên Kurdistanê artêşbûyîna hêza parastina çewherî ya jinan der xistiye holê. Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn ku tu carî êş, rondik barandin, rijandina xwîn û zilm xelas nebû, jinan xwe ji nû de ji ariya canê xwe avakir. Yek ji van jinan gerîlaya PKK’ê Derya Bradost e. Derya keça yek ji fermanderê PDK’ê ye û ji herêma Federal a Kurdistanê beşdarî refên PKK’ê bûye.


Derya diyar kir ku ew ji ber polîtîkayên tune hesibandina jinê derketiye çiya û wiha axivî: “Li başûrê Kurdistanê li ser jinan zextên aborî, civakî, bîrdozî û leşkerî pir zêye. Li wir jiyana jinan tim di talûkê dê ye. Şer hebe û tune be, cardin jin dibin zextan de dijîn. Qanûnên ku jin xwe pê biparêzn tuneye. Cihekê ku pirsgirêkên xwe lê çareser bikin tuneye.”


Derya polîtîkayên PDK’ê yên li ser jinan rexne kir û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê jin weke ku di qefesekê hatibin girtine. Alternatîfeke wan a jiyaneke din tuneye. Jin çareseriyê di întîharê de dibînin.  Divê li hemberî vê yekê qadên ku jin lê têbikoşin bên avakirin. Ez ji bo karibim azadiya jinan pêkan bikim tevli PKK’ê bûm. Rêber Apo di parêznameyên xwe de pisgirêka jinê berî hemû pirsgirêkan digre dest. Cardin pirsgirêka azadiya jinê bi pirsgirêka civakê re dide girêdan. Divê ev yek baş bê fam kirin.”


‘PDK di xeta Enkîdu û Yezdanşêr deye'


Derya bal kişand ser polîtîkayên PDK’ê yên Başûr û wiha bi lêv kir: “Pergala PDK’ê, pergala feodal a Mesut Berzanî ye. Îro li Başûr neviyên Enkîdu û Yezdanşêr ku xeta îxanetê ji wan re hatibû hiştin, bi rêv dibin. Li ser navê kurdîtiyê, heqîqet ji holê hatiye rakirin.”


‘Tevlibûna min a PKK’ê di asta şoreşê deye'


Derya da xuya kirin ku malbata wê di nava PDK’ê de cihê xwe digre û wiha domand: “Malbata min tevgera kurd û jinan nas nakin. Ji ber vê yek li dijî tevlibûna min a gerîla derketin û ji min re gotin ‘cawan dê jinek here tevli artêşê bibe û şer bike.’ Hemû kes bavê min nas dike. Bavê min zilameke pir sar û tundî li em dikir. Bavê min endamekê PDK’ê bû û li gorî wan tevdigeriya.”


‘Şoreşa Başûr bi dê bi şoreşa jinê re pêkan bibe’


Derya Bradost di dawiya axaftina xwe de wiha got: “PDK hes ji têkoşîna jinan nake. PDK vê yekê baş dizane, ger jin azad bibin û xwe bi gehînin heqîqeteke rast, dê qada wan a jiyan teng bibe.  Piştî ku ez ji nava wan derketin, min ev yek derxist zanebûnê. Rêber Apo dibêje ‘Şoreşa Başûrê Kurdistanê, şoreşa jinê ye.’ Ev yek girîge. Dema ku jin xwe nas bike, dê azad bibe. Divê hemû jin xwe bikin yek û ji bo jiyaneke azad bi hev re têbikoşin.”


(aw)