Pirtûka ‘Her jin çirokek xwe heye’ derket
11:33
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya ku di sala 2011 û 2012’an bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdetê li hemberî Jinê û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatî destpêkirin de jin çîrok û serpêhatiyên xwe nivîsandin. Navenda Hevdîtina Jinan a UTAMARA çîrokên jinan di pirtûkê de kom kir û weşand.
Di pêşgotina di pirtûka ‘Her jin çîrokek xwe heye” de wiha tê gotin: “Ti tişt bigotina ‘nebû, here serî’ çênabe. Em ne dikarin duhî ji bîr bikin û ne jî dikarin terka sibê bikin. Dema di nava xewn û xeyalên têkçûyî de em ji nû ve dest bi jiyanê dikin, em dizanin ku li ser sifirê ne ber bi bayê serpe hatiyê ve berin û di nava wê de xwe ji bîr bikin. Emê careke din rûyê zilm û xiyanetê bibinin”
Çalakiya ku di sala 2011 û 2012’an bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya li hemberî Jinê û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatî destpêkirin de jin çîrok û serpêhatiyên xwe nivîsandin. Nivîsên jinan ji hêla Navenda Hevdîtina Jinan a UTAMARA’yê ve hat komkirin, bi piştgiriya rojnameya jinê ya ku li Ewropayê weşanê dike Newaya Jin ve amadekariya pirtûkê hat kirin û ji hêla wêşanxaneya Mezopotamyayê ve ji hat çapkirin. Pirtûk bi kurdî, tirkî û almanî hat amadekirin.
Çîrok û serpehatiyên ku di pirtûkê de hatî komkirin, dibe ku raste rast ne çîrok û serpêhatiyên jinê bin, lê bele beşekê ji jiyana hemû jinan di nava xwe de dihewînin. Çîrokên ku di pirtûkê de cih digirin, hin caran dil bişewitine û hincaran axîn û kesereke kûr ji nava hinavên xwe bikişînin. Ji nişka ve di nava çîrokê de hûnê xwe tenê û bê kes û kar bimînin.
‘Rûye zilm û xiyanetê’
Di pirtûkê de wiha ha gotin: “Ti tişt bigotina “nebû, here serî”çênabe. Em ne dikarin duhî ji bîr bikin û ne jî dikarin terka sibê bikin. Dema di nava xewn û xeyalên têkçûyî de em ji nû ve dest bi jiyanê dikin, em dizanin ku li ser sifirê ne ber bi bayê serpe hatiyê ve berin û di nava wê de xwe ji bîr bikin. Emê careke din rûyê zilm û xiyanetê bibînin. Car caran emê xwe li qontarên çiyayên bêser û binî bibînin, carcaran jî emê li kolanên Ewropayê bin…”
(la)

