‘Denîz dixwest bibe rojnamegerek mezin û bi ser ket’

12:09

Gulşen Koçuk - Berîvan Sumer / JINHA


WAN - Kedkara çapemeniya azad Denîz Firat (Leyla Yildizhan) ku li Mexmûrê di dema pevçûnê de ji aliyê çeteyan ve topê havan hat avêtin û şehîd ket, li ser hosiya wê li gundê ku jê dayik bûye hat definkirin. Denîz bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ û lorîkên çavan hat definkirin.


Denîz ku dayika wê li Mexmûrê ye, ji aliyê hevalên wê yên rojnameger, xizim û heskiriyên xwe ve hat oxirkirin. Ji malbata Denîz yên ku di têkoşîna demokrasiyê de şehîd ketine, Denîz bû a sêyemîn. Xwişka Ayfer (Binevş), Şukran (Sarya) û Leyla (Denîz) Berîtan Yildizhan behsa bîraninên Denîz kir. Berîtan da zanîn ku Denîz pir girêdayê têkoşîna xwe bû.


Berîtan anî ziman ku Denîz hêz 9-10 salû bû pêra ruhê şoreşê hebû û wiha got: “Denîz çû serdana xwişka min Binevş. Dema ku çû şerê îxanetê dît. Şehîdên ku bedena wan parçe parçe bûye dît. Bavê min jê re got ‘Denîz bê’ lê ew nehat. Dilê Denîz pir paqij bû. Her bi şev û bi roj her tim dixebitiya. Denîz ji min re digot, ‘Gelek kes dibêje dê Denîz di vî karî de serkeftî nebe, lê armanca min ew e ku ez bibim rojnamegerek mezin’ Denîz piranî bi kurdî dinivisand û girîngiyek mezin dida zimanê kurdî.”


Berîtan da zanîn ku Denîz jineke şoreşger bûye û wiha dom kir: “Denîz dixwest piranî di bin tang û topan de dîmenan bikişîne. Denîz her tim dixwest êş, elem û şerê li ser kurdan tê meşandin bi dîmenan ji hemû cîhanê re nîşan bide. Xwişka min Sarya ku pê re tevli tevgerê bû ligel wê şehîd ket. Denîz ji Saryara soz da ku dê heta dawiyê di vê berxwedanê de cihê xwe bigire.”


Berîtan diyar kir ku Denîz xwe diavêt pêşiya her tiştî û wiha pêda çû: “Pir girêdayê gel û şehîdan bû. Dema Denîz şehîd ket ket hemû hevalên wê yên jin û xort giriyan. Yên ku ji bo Denîz kom bibûn dizanibûn ku kesayetiya Denîz çawaye. Denîz karê xwe wisa baş kir ku Stêrk Tv nûçeyên wê bi awayekî taybet da. Ev yek jî diyar dike ku Denîz karê xwe bi hezkirinek mezin dikir.”


'Min şerim dikir jêre bejim xişkê'


Yildizhan diyar kir ku di malê xwe xişka wê ya mezin bû ku dikarî derê xwe pêre parve bike û wiha got: “ Lê dema ku hat Mexmûrê min şerm dikir ku ez jêre bêjim xişkê. Ji ber ku ew gerîlabû êdî. Lê di telefonê de min navê wê weke xişk nivîsandibû. Carekê telefona min winda bû wê li telefona min geriya got te çima navê min ser nenivîsî ye min jî jêre got ez şerim dikim ji ter bêjin xişkê.”


'Pir ji qehweya kezwanê hez dikir'


Yildizhan wiha behsa Denîz dike: “Denîz tu cara çay venedixwar, hertim             qehweya kewzanê vedixwar. Ez çend diçûm gel dixebitî. Hertim ser kompîterê dixebitî. Dema min jêre di got ‘ were em biçin, tu westiyayî’ ji min re digot; ‘ger ku ez werim tuyê ji bo min qehweya kezwanê bistînî wê pereyê te xelas bibe.’ Min jî jêre digot temam. Em bi hevre dihatin malê, qehwe çêdikir û bi hevre jî vedixwar. Şevê dayika min jêre digot; ‘bila zarok te bedrin.’ Ew jî aciz dibû û digot; ‘ma ez zarokim? Ez gerîla me.”


‘Emê di şopa rojnamegera mezin debin'


Yildizhan destnîşan kir ku Denîz rojnamegerek mezin bû, yekane hedefa wê jî ev bû ji xwe. Yildizhan diyar kir ku Denîz weke rojnamegerek mezin xwest hemû êşên ku tên jiyan kirin nîşanî cîhanê bide û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Riya ku em dişopînin diyare. A min jî ya gelê Mexmûrê jî. Em ê hertim şopdarên şehîdên xwe bin. Beriya niha jî şehîdên me hebûn. Lê niha em bêhtir bi şehîdên xwe ve hatin girêdan. Em hem xemgînin hem jî keyfxweşin. Ger ku jinek normal bûya ewqas kes kom nedibûn, navê wê jî nedihat bîhistin. Denîz ji bo çapemeniyê riyek xêzkir. Ji bo me jî wisan bû. Di serî de serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd, malbat, gelê li vir û çapemeniyê sax be.”