Dê mehaneyê kesên tundiyê bikin, bidin hevserên wan
09:36
Bi Hevpeymana Kar a Komî (TÎS) a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat îmzekirin re, ji bo xebatkaran mafên cur bi cur hatin dayîn. Hafîze Îpek ku Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ye, têkildarî hevpeymana kar a komî axivî û got: “Me biryar girt ku kesên di şaredariya me de dixebitin dema tundiyê li hevsera/ê xwe bikin, em ê mehaneya wan bidin hevsera/ê wan. Em di wê baweriyê de ne ku di encama pêkanînên di vê peymanê de cih digirin, dê teşwîqkirina tundiyê, kêm bibe.”
Leyla KURKUT - JINHA
AMED – Bi Hevpeymana Kar a Komî (TÎS) a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat îmzekirin re, ji bo xebatkaran mafên cur bi cur hatin dayîn. Hafîze Îpek ku Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ye, têkildarî hevpeymana kar a komî axivî û got: “Me biryar girt ku kesên di şaredariya me de dixebitin dema tundiyê li hevsera/ê xwe bikin, em ê mehaneya wan bidin hevsera/ê wan. Em di wê baweriyê de ne ku di encama pêkanînên di vê peymanê de cih digirin, dê teşwîqkirina tundiyê, kêm bibe.”
Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ’yê û Sendîkaya Genel Îş’ê de, di 10’ê adarê de hevpeymana kar a komî hat îmzekirin. Di xalên hevpeymanê de, li ser girîngiya pêkanînên ji bo tundiya li hemberî jinê, tê sekinandin. Di hevpeymanê de, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, 21’ê Adarê Cejna Newrozê, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê, ji ber girîngiya xwe, betlaneya îdarî tê îlankirin. Hafîze Îpek ku Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê ye, anî ziman ku şaredariyên BDP’î helwesta xwe ya ji bo kedê, pratîk dikin û bi vî awayî gelek pêkanînên yekem dikin jiyanê.
25’ê Mijdarê yekem car wekî betlaneya îdarî hat îlankirin
Hafîze, ragihand ku di hevpeymana dawî ya şaredariya wan çêkiriye de jî xalên ji bo “jin” û “kedê” cih digirin. Hafîze, anî ziman ku biryarên di hevpeymana kar a komî de têkildarî jinê û kedê hatine girtin, bi hevpariya sendîkayan hatine girtin. Hafîze têkildarî îlankirina 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û 25’ê Mijdarê, ya wekî îlankirina betlaneya îdarî axivî û wiha got: “Me pêşniyar kir ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, jin jî li qadan bin û bi destûr bên hesibandin. 21’ê Adarê, Cejna Newrozê ye û ji bo netewa kurd, xwedî girîngiyek e. Lewma jî me biryar girt ku ji bo her kes bikaribe tevlî pîrozbahiyan bibe, ev roj bibe betlaneya îdarî. Me got ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê jî, metodên ji bo têkoşîna li hemberî tundiyê, ancax li qadan dikare bê hînkirin. Ji ber vê yekê jî, me ev roj jî, ji bo jinan kir roja betlaneyê.”
Keçikên xwe nedin xwendin dê nikaribin alîkarî bigirin
Hafîze, destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pêşxistina nêrîna li ser navenda jinê, gavên pratîk davêje. Hafîze, ragihand ku divê xebatên pratîk ên di mijara jinê de, bibe xebata bingehîn a şaredariyan. Hafîze anî ziman ku hevpeyman, ji bo ku asta aborî, civakî û çandî ya xebatkaran were bilindkirin tên pêkanîn. Hafîze, da zanîn ku heta pêkanînên pratîk nebin, dê metodên ji bo pêşî li tundiya nav malbatê bê girtin tên bikaranîn, kêm bimînin. Hafîze diyar kir ku piştî tespîtkirina kesên tundiyê pêk tînin, dê şaredariya wan pêkanînê bike pratîkê. Hafîze, da zanîn ku di asta tespîtkirina tundiyê de, bi hevsera/ê mexdûr re diyalogeke bênavber hatiye danîn. Hafîze ragihand ku ev pêkanîn di hizûra yê/ya ku tundiyê kiriye de pêk hatiye û bi vê pêkanînê, mehane ji bo mexdûr hatiye veqetandin. Hafîze got ku “Em di wê baweriyê de ne ku di encama pêkanînên di hevpeymanê de cih digirin de, teşwîqkirina tundiyê, dê kêm bibe.” Hafîze, destnîşan kir ku xebatên wan ên perwerdehiyê jî hene û armanca van perwerdehiyan, pê hesandina jinan a di hêla diyarkirina ristên li gorî prensîba wekheviya zayendiya civakî de, hîskirina jinê ya wekî hêzeke girîng e.
Hafîze da zanîn ku li gorî biryarên hevpeymanê, kesên ku keçikên xwe neşînin dibistanê, dê êdî nikaribin alîkariya ji bo kurên xwe distînin jî bistînin. Hafîze, anî ziman ku di mijara vê biryarê de, bi sendîkayan re jî li hev kirine.
(lk/gk/hp/xo)

