Ji bo ku teslîm nebin koçber bûn

11:02

Beritan Elyakut-Tekoşin Tekin/JINHA


AMED - Ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên li ser kurdên êzidî yên li Şengalê bi hezaran jin penaber bûn. Jin neçar man ku warê xwe terk bikin û berê xwe bidin penaberiyê. Jinên êzidî anîn ziman ku malbatên ku paseportên wan tunene nikarin sînoran derbas bikin bi mirinê re rû bi rû mane.


Ji ber êrîşên DAIŞ’ê yên barbar û hovane bi sed hezaran malbatên êzidî neçar man ku war û welatê xwe yê qedîn û pîroz terk bikin. Malbatên ku giheştin Amedê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin pêşwazkirin. Jinên êzidî yên ku lanet li çeteyên DAIŞ’ê barandin diyar kirin ku rewşa malbatên ku paseportên wan tuneye û ser sînoran mane bi mirinê re rû bi rû mane û rewşa wan xerabe. Jinan da zanîn ku jinên êzidî tên revandin û di sûkan de tên firotin. Dayika Caziye Sebrî der barê zor û zehmetiyên kişandîne de axivî û bang li welatên navneteweyî kir ku hewldana vekirina sînoran xurt bikin.


‘Dengê me bibihîsin’


Caziye anî ziman ku ew ji ber zilma DAIŞ’ê reviyan û wiha got: “DAIŞ êrîşî me kir, jinên me revandin. Gelê me di komkujiyê re derbas kir. Ji ber ku paseportên me hebûn, me karî em xwe xelas bikin, lê gelek malbatên ku paseportên wan tunene nikarin sînoran derbas bikin. Ger sînor neyên rakirin dê komkujiyên mezintir rû bidin.  Welat û dewletên ku bêdengên, berjewendiyên xwe di vê yekê de dibînin. Ji ber wê dengê xwe dernaxin. Ez bi hêvî me ku dengê me bighêje hemû welat û dewletan ku piştgiriyê bidin gelê me. Gelek ferman bi ser me de hatin, ev jî fermana herî mezin e. Gelek malbat hîna li Şengalê mane. Divê em dest bidin hev û DAIŞ’a babar ji holê rabikin.”


‘Zarok ji bê avî fetisin’


Jina ciwan a bi navê Lînda Liyas jî destnîşan kir ku rewşa mirovên li Şengalê pir xirabe û wiha got: “Em li gundên Ênsivnê û Baidrê yên girêdayî herêma Baaşîqa bûn. Dema hat gotin ku çete nêzî me bûne, em hemû reviyan. Dayik, bav û birayê min li Şengalê man. Malbatên ku  li wir man di rewşek pir xerab dene. Zarok ji bê avî û birçîna re mirin.”


‘Jin û zarokan xelas bikin’


Asiya  Edhem  jî anî ziman ku ew ji ber mirinê reviyane û wiha axivî: “Ji bo ku em teslîm nebin, em reviyan. Em hêvî dikin ku sînoran ji bo me vekin, ji ber ku kesên li wir mane rewşa wan ne başe. Qenebe jin û zarokan derbas bikin. Jinên êzidî tên revandin, li bazaran tên firûtin û rastî tecawizê tên. Divê kes vê yekê qebûl neke. Me her tişt dû xwe hişt.” 


(aw)