Êzidiyên ku canê xwe rizgar kirine di şertên zor de dijîn

10:06

Melek Yuksel / Şêrîn Hiso JINHA


ŞIRNEX – Bi hezaran Êzidiyên ku ji bo xwe ji qetluama DAIŞ’ê biparêzin bi rojan bê xwarin û av di çiyan de meşiyan xwe gihandin Silopiyayê. Êzidiyên ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di konan de jiyana xwe berdewam dikin. Di wan konan de germek gelek zêde heye. Li ber konan de ji kanalizasyonên ava pis derbas dibin. Welati ditirsin ku ji ber wê ava pis zarokên wan nexweş bikevin. Ji ber tiravmayên zarokên wan jiyan kirîn di dema axaftinê de zoriyê dikêşin û kes nekin bi wan re napeyîvin.


Kurdên Êzidi yên ku ji ber şer û qetluaman reviyane, xwe gihandine navçeya Silopya ya Şirnexê di bin konên ku ji aliyê Şaredariya Silopyayê ve hatin vedan jiyana xwe berdewam dikin. Di wan konan de dibin jiyana normal ya mirovan de tê jiyîn. Di despêka ketina nava konan de bêhnek gelek giran heye. Ew bêhna giran ji ji qenelizasyona cihê kon lê hatine vedan de derbas dibeye. Heger ewlehiya pêwist ji bo wan welatiyên dibin konan de dijin neyê girtin dê ji ber germê û bêhna qenalizasyonê nexweşiyên giran li wan welatiyan peyda bibin.


Pêdiviyên wan ji aliyê gelên herêmê ve tên dabin kirin


Li herêm kon lê hatine vedan nêzi hezar Kurdên Êzidî lêdiminin. Din ava wan de jî heri zêde jin û zarok hene. Di her konekê de bi qasi 200 kesan dimînin. Gelek kesên ku cihê wan di konan de nakin ji derve dirazin. Pêdiviyên mirovên di wan konan de dijin yên weke xwarin, vexwarin, li xwekirin, beteniye, pêdiviyên paqijiyê, şir û paçên zarokan ji aliyê gelên wê herêmê ve tên dabîn kirin. Li gorî pêdiviyan ev eşiya tên belavkirin. Bi derketina rojê re jiyana wan ya rojane despêdike. Serê sibê saet 08.00, nivro saet 12.00 û êvari ji saet di 19.00’an de  xwarin tê belavkirin. Ji bo bicihanina pêdiviyên xwe yên xwarinê û wekedinê hemû dikevin sirayê. Ji bo her kesekê qalibek sabûn û li gel wê ji pêdiviyên dinê yên jiyanê tên dabîn kirin. Li herêma kon lê hatine vedan cihê banyoyê jî li wê hatiye çêkirin û welati di wan banyoyan de pêdiviyên xwe yên jiyanê dabîn dikin.


Şer deruniya zarokan gelek xirab bandor kiriye


Li herêmê berdewam ambolans heye. Bijîşk û derunasên dilxwaz tên nava wan digerin û li gori nexweşiyê pêdiviyên wan dabîn dikin. Şer û qetluaman li ser hemû welatiyan û taybetîbetî ji ser jin û zarokan bandorek gelek giran hêlaye. Wehşiyeta çeteyên DAIŞ’ê bandorek gelek giran ser zarokan kiriye. Ev bandor di aliyê deruni de tiravmayên mezin li ser zarokan çêkirine ji ber wê jig elek zarok nikarin bi peyivin. Beşek mezin ji zarokan kesên nas nekin bi wan re na peyivin. Din ava bêderfetiyên jiyana di konan de ji bo ku zarok tiravmayên jiyan kirin ser xwe bavêjin çalakiyên cihêreng tên çêkirin.


 (my-sh/zt)