Li Silopiya yê ji bo berxwedana Şengalê meşa bi meşale
10:57
JINHA
ŞIRNEX – Bi boneye piştevaniya berxwedana Şengalê li Silopiya yê dibin pêşengiya YDG-H û YDG-K ê de meşek bi meşaleyî hat li darxistin.
Di bibin pêşengiya YDG-H û YDG-K ê de bi bineya pişetevanîkirina barxwedana Şengalê meşek bi meşaleyî hat li darxistin. Meşê ji ber avahiya PHD’ê ya Silopiya despêkir heya konê berxwedanê berdewam kir. Di meşê de bi hezaran kes amadebûn. Di meşê de alayên PKK û KCK ê li gel wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocallan û wêneyê pêşengê PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egid) hatin hildan. Di meşê de duruşmên weke "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî berxwedana Rojava", "Kurdistan wê ji bo DAIŞ'ê bibe gor" û "Bê serok jiyan nabe" hatin bilind kirin. Pişti meşê li ber konên berxwedanê ji bo kesên ku li Şengal û Herêma Federala Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Pişti rêzgirtinê dengê duruşmên “Şehid namirin” ji qadê bilindbû.
Li qadê siroda “Ey Reqîb” hat xwendin. Pişti sirodê endamê YDG-K’ê peyamek niviski xwend. Di peyamê de wiha hat gotin: “Em weke YDG-H û YDG-K bang li hemû ciwanên her çar aliyên welat dikin ku beşdarî nava refên YPG, YPJ, HPG û YJA-STAR bibin. Roj roja li hemberi mijokdarên Kurdistanê berxwedanêye. Roj roja azadkirina Kurdistanêye.”
Pişti axaftinan li herêma konên berxwedanê forumek hat amadekirin gel ji beşdar bûn û li ser pêvajoyê nirxandin hatin kirin. Çalakiyên ku hatibûn amadekirin bi fişekên hewayi yên ji aliyê ciwanan ve hatin berdan bi dawi bûn.
(my-şh/zt)
