Li Rihayê du xwişk xeniqin
11:29
JINHA
RIHA – Du xwişkên hev yên bi navê Zehra ya 15 salî û Ayşe ya 13 sali li navçeya Hîlvanê ya Rihayê karkeriya çandiniyê dikirin. Ji bo ku xwe hinik bikin diçin ser gola barajê her du ji xeniqin û jiyana xwe ji dest dan.
Duh danê êvarê bûyer li taxa Yeşerdi derket. Du xwişkên hev yên bi navê Zehra ya 15 salî û Ayşe ya 13 sali li navenda Rihayê jiyan dikirin. Ji bo karkeriya çandiniyê Zehra û Ayşe j idi nav de bi giştî 13 kes çubûn navçeya Hîlvanê ya Rihayê. Ji ber germa zêde li cihek yê xwe hênik bikin digeriyan û çun Bendava Ataturk. Dema ku her du xwişk din ava avê de melevanî dikirin pişti demekê li ber çavan wendabûn. Bi dengê qêrînan xizmên wan gihiştin cihê bûyerê û bi telefonê alikarî xwestin. Di encama lêgerinê de cenazeyê her du xwişkan bê can hatin dîtin. Ji bo otopsiyê cenazeyê her du xwişkan şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîlvanê. Dema ku xizmên wan agahî girtin herikîn ber derê morgê. Xemgînî û rondikên çavan demdirêj berdewam kir.
(zt)
