Li Rojhilatê Kurdistanê erdheja bi meznahiya 6.1

11:41

JINHA


ÎLAM - Li herêma Îlam a Rojhilatê Kurdistanê bi dijwariya 6.1’ê erdhej derket. Li gorî agahiyên destpêkê gelek kes birîndar bûne.


Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê erdhej li gorî saeta herêmî di 07.02’an de li nêzî gundê Murmurî pêk hatiye.  Li gorî serwîsên Îranê erdhêj bi pêleya 6.1 pêk hatiye û li gorî enstîtuya jeofîzîk ya Amerîkayê 36 km li başûrê bajarê Abdanan bi pêleya 6.3 erdhêj pêk hatiye.


Berpirsê Heyva Sor a Herêmê Huseyin Derahşan got: “Niha der barê wendahiya can de ti agahî tineye, lê gelek kes birîndar bûne û xusar heye.”


(zt)