Çinarê ji bo Rojava û Şengalê stand vekirin
12:13
JINHA
AMED – Li navçeya Çinar ya Amedê ji bo Rojava û Êzidiyan dest bi kampanyeya alikariyê hat kirin. Girêdayî despêkirina kampanyayê xebatkara Navenda Jinan ya Şaredariya Çinarê Remziye Duran daxuyanî da. Remziye diyar kir ku ji bo gelê Çinarê li hemberî kirinên k udi van demên dawî de derdikevin bê deng nemînin wan dest bi vê kampanya yê kirine û banga tevlîbûnê li her kesê kir.
Çeteyên DAIŞ’ê Rojava û Êzidî hedef girtine. Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê Şaredariya navçeya Çinarê ya AMED’ê û rêxistina navçeyê ya PHD’ê dest bi kampanyeya alikariyê kirin. Li ber avahiya Şaredariya Çinarê û navenda rêxistina wê ya PHD’ê du cihên cuda yên sitandan hatin vekirin. Sitarta kampanyeya alikariyê li ber avahiya Şaredariya navçeyê bi daxuyaniyek ya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevşaredara Çinarê Rukiye ERyilmaz, endamên Meclisa Şaredariyê j idi nav de galak kes amadebûn. Daxuyanî ji aliyê xebatkara Navenda Jinan ya Çinarê Remziye Duran ve hat xwendin. Remziye wiha got: “Niha şahidiya berxwedana gelan li hember politîkayên şer yên dewletan di Rojhilata navîn de tê kirin.”
‘Emê li hember qirêjiyên ser mirovahiyê tên kirin bê deng neminin’
Remziye da zanin ku dê li hember qetluaman bêdeng nemînin û wiha domand: “Emê li hember qirêjiyên ku li hemû deverên cîhanê ser gel tên kirin bê deng nemînin. Em dibêjin ku emê li hember qêrînên gel yên di serî de li Rojava û Başurê Kurdistanê bêdeng nemînin. Em di vê mijarê de bang li hemû gel dikin bi baldarî tevbigerin.”
(zt)

